Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Kobanê sîstema parastinê xurt dibe

26/06/2018
in Uncategorized
A A
Li Kobanê sîstema parastinê xurt dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Komkujiya 25’ê Hezîrana 2015’an ya li dijî welatiyên Kobanê, yek ji komkujîyên herî xwînî ya van 7 salên dawî yên şerê li Sûriyê ye. Çavdêran diyar kir ku sedema sereke ya komkujiyê tunebûna parastina hundirîn bû. Lê piştî 3 salan sîstema parastinê ya Kobanê hat pêşxistin.
Piştî ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, di berbanga 25’ê Hezîrana 2015’an komên çete bi awayekî veşartî derbasî nava Kobanê bûn. Komên çete vê rojê êrîşî Kobanê kirin zarok, jin kal û pîr bi sedan kes qetil kirin.
3 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn. Bêyî ku plana mezin ku Tirkiyê li dijî gelê kurd dimeşîne û eşkere alîkariya DAIŞ’ê dike di ber çavan re were girtin, gelek çavdêr diyar dikin ku sedema sereke ya ku hiştiye komkujî pêk were, lawazbûna sîstema xweparastina hundirîn li Kobanê û gundewarê wê bû.
PIŞTÎ KOMKUJIYÊ
AVAKIRINA HÊZÊN PARASTINÊ
Piştî buyerên komkujiyê gelek civîn hatin lidarxistin û di wê demê de di destpêka meha Tîrmehê de yekîneyên leşkerî yên taybet bi parastina bajêr û hemû gundan hatin avakirin û bi navê Hêzên Parastina Civakî hatin nasîn.
Ev hêz ji ciwan û jinên ciwan ên bajêr û gundan pêk dihat û nobedariya parastina gund û bajarên xwe digirtin. Endamên Hêzên Parastina Civakî hatin perwerde kirin.
Di 19’ê Tîrmeha heman salê de yekemîn dewreya perwerdeyê bi beşdarbûna 30 endaman li akademiya Şehîd DiloVan a li bajaroka Şêran a gundewarê Kobanê pêk hat. Akademiyê heta niha hezaran kes perwerde kirin.
Piştî hilbijartinên meclîsên herêmî di 1’ê Çileya 2017’an de êdî sîstema parastinê bêtir di nava gotûbêjan de ye ku herî zêde di vê qonaxê de pêwîst e. Hêzên Parastina Civakî 4 navendên xwe li bajêr û bajarokên Kobanê vekirin. Ev navend hewl didin rêgeza xweparastinê bi rêya dewreyên endamên xwe pêk bînin.
Akademiya Şehîd Kendal jî 10 dewreyên leşkerî ji şervanên Hêzên Erka Xweparastinê re bi dawî kirin û niha li seranserî kantonê û li ser sînor hatine belavkirin da ku rê li pêşiya derbasbûna çeteyan ji aliyê Tirkiyeyê ve bigirin.
Li aliyê din Hêzên Asayîşê ewlehiya hundirîn a bajarê Kobanê û gundewarên wê bi riya bendên kontrolê yên leşkerî xurt dike. Her wiha dewreyên hêzên taybet jî Hêzên Antî Teror (HAT) jî bi dawî kirin.
Hêzên Asayîşê di seranserî rojê de dewriyeyên xwe di nava bajêr û gundewar de dimeşîne û hemû çalakiyên welatiyan ku tên lidarxistin, diparêze…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.