Rojnameya Ronahî

Dr. Osman: Xeteriya Korona zêde dibe divê gel xwe biparêze

Navenda nûçeyan/Dêrikê

Dr. Bedrî Osman bijîşkê bajarê Dêrikê yê nexweşiyên hundirîn diyar kir ku, xeteriya Vîrûsa Korona rojbiroj li Rojava zêde dibe. Herwiha destnîşan kir ku, Rêxistinên Mirovî yên Tenduristî û Cîhanî ji bo parastina gelê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, erkê xwe pêk nayinin. Lewra divê gel biryarên qedexeyê binpêneke û xwe biparêze.

Nexwşiya Vîrûsa Korona carekedin li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê belav bû. Rojane jimara kesên ku bi koronayê dikevin zêdetir dibe. Lewra ji bo parastina tenduristiya gelê herêmê, Rêveberiya Xweser biriyara qedexeya giştî dide.

Li ser vê mijarê rojnameya me bi Dr. Bedrî Osman yê naxweşiyên hundirîn û endamê Heyva Sor ya Kurdî ya li Dêrikê, gotûbêjek pêk anî.

-Hûn xeteriya  Korona li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê çawa dinirxînin?

Li gorî nerîna min, ji ber kêm peydekirina pêdiviyên pêwîst yê ji bo parastina gel ji Vîrûsa Koronayê û nebûna bijîşkên pispor, rojbiroj xeteriya wê zêdetir dibe. Rêxistinên mirovî û tenduristî bi taybet yên cîhanî, xeteriya vîrûsê li ser gelê herêmê ji wan re ne xeme. Lewra erkê xwe pêk nayinin. Jixwe heta niha dermanên vê Vîrûsê negihiştiye herêmên me.

– Herî zêde kîjan bajarê herêmê Korona lê belavbûye?

Li bajarê Qamişlo-Hesekê-Reqa û kampên herêman, herwiha gundên girêdayî Dêrikê jî ez nexweşîye lê zêde bûye. Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, jimara xelkê ku pêdikevin rojane qeyd dikin. Her roj ji ya berî wê,  jimara kesên pê dikevin zêdetir dibe.

-Ji bo pêşîgirtina vîrûsê biryar û tedbîrên rêveberiya herêmê têrê dike?

Tevlî kêm peydekirina pêdiviyan jî, rêveberî ji bo parastina tenduristiya gel, erkê xwe baş pêk tîne. Rola herî mezin ya Heyva Sor ya Kurdî ye, bi taybetî navendên wan yên ku 24 seatan di xizmetê dene. Herwiha têkiliyên wan bi Desteya Tenduristiyê re qut nabe. Ji bo em li hember vê vîrûsê li ber xwe bidin, divê gel, asayîş, heyva sor ya kurdî û navendê tenduritiyê, bi hev re alîkarbin.

-Çi ji rêxistinên tenduristî tê xwestin ku bike?

Tiştê ku ji wan tê xwestin ewe ku, alîkariyê pêşkêşî bijîşkên me bikin. Bi çi rengî be jî divê pêdiviyên pêwîst ji wan re peyda bike.

-Ji bo xweparastina gel ji Korona banga te çi ye?

Banga min ji gel re ewe ku, biryarên qedexeyê paş guh neke, mask û lepikan her tim bi kar bînin û li hev kom nebin. Herwiha divê berî û piştî xwarinê destê xwe baş bişon. Kesê ku ji bo pêdiviyên jiyanê ji malê derdikeve, divê silava desta li kesekî neke. Dema vegere jî divê wan cilê xwe baş bişo. Didawiyê de jî em şifayetê ji hemû nexweşan dixwezin û dibêjim bi hêviya ku di demeke nêz de, bi xweparastinê pêşiya vê vêrûsê bigirin.