Rojnameya Ronahî

Çiya Kurd: Vekişîn qismî ye, lê ihtimalên cuda jî hene

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku vekişîna leşkerên Rûsya bi vî rengî gelek caran çêdibe ku ev qismî û lokal in û got, Rûsya ti carî nade ber çavan ku bi temamî ji herêmê vekişe. Hewl dide hêzên xwe li herêmê zêdetir bike. Bi van nêzîkatiyan bi şantaj û zextên wiha hewl didin tawîzan bigirin.

13’ê vê mehê leşkerên Rûsya ji gelek nuqteyên herêma Şehba vekişiyan. Piştî vekişînê herêm ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê ve hat topbarankirin. Li dijî êriş û nêzîkatiyên hêzên Rûsya gelê Şehba bi çalakiyên xwe helwesteke hişk nîşan da. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê diyar kir ku nuqteyên ji aliyê hêzên Rûsya ve hatîn valakirin, hêzên alîgirên Îranê lê bi cih bûne.

Piştî rojekê hêzên Rûsya dîsa vegeriyan nuqteyên li Şehba yên vala kirîn. Ev tevgera hêzên Rûsyayê ne cara yekê ye, gelek caran ji navçeya Eyn Îsa û Til Temir jî bi heman şêwazê tev geriyan.

Têkildarî cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd ji ANHA re axivî û ev agahî dan:

14’ê Nîsanê me bihîst ku hêzên Rûsî ji gelek nuqteyên leşkerî vekişiyane û çûne nêzî bajarê Helebê. 2 ihtimal hene: Yek; yan bi dewleta tirkî re li hev kirine ku hinek gund û herêmên Şehba radestî çeteyan û dewleta tirkî bikin. Her kes dizane ku demeke dirêj e ev nîqaş di navbera Tirkiye û Rûsya de tê kirin ku bazarek li ser herêmên Şehba û Til Rifetê heye û tê kirin. Itîfaqekeke wisa wê bikeve xizmeta komên çete û dagîrkeriyê. Herwisa wê bibe sedema koçberiya bi sedhazaran mirovan. Zêdetirî 250 hezar mirov di wê herêmê de dijîn, ji wan zêdetirî 100 hezar koçberên Efrînê ne. Eger careke din êrişek dubare çêbe wê karesateke mirovî çêbe. Divê her kes li ser vê baldar û hişyar be.”

Di dewama axaftina xwe de Bedran Çiya Kurd wiha axivî: Ihtimala duduyan jî Rûsya û berpirsyarên wan yên herêmî bi vê şêwazê dixwazin zextê li Kurdan, rêveberiya herêmê bikin da ku hinek daxwaziyên xwe pêk bînin. Berî niha jî çend caran li Eyn Îsa û Til Temir ev şêwaz pêş xistin. Bi şantaj û zextê hin daxwaziyên wan li rojhilatê Firatê hene ku daxwaziyên xwe bi dest bixin. Rêbazên gef û şantajan dîsa ne pêkan e bibin rêbaz ji çareseriyê re. Hemû pirsgirêkên heyî wê bi danûstandinan bên çareserkirin.”

ANHA