Rojnameya Ronahî

Lİ EFRÎN’Ê KOLONYALİZM PÊK TÊ

Ednan Mustafa

Dagîrkeriya tirkî her rêbaza dijmirovî li Efrînê û herêmên din yên dagîrkirî pêk tînê. Her çendî dagîrkerî bi hincetên cûda ev herêm desteserkir û bi riya amûrê şerê taybet û çeteyên bermehayiyên DAİŞ û El Nusra, Kuştin, Revandin, Tehîd û Fidye girtin hebe jî, lê di esasê xwe de armanca dagirkeriya Tirk cûda ye.

Dema mirov li kiriyarê sê salên dawî, ji binpêkirina mafê mirovan de bigre, heyanî texrîb kirina xwezaya Efrîn li ber çav bîne, dagirkeriya Tirk bi serkêşiya Erdoganê faşîst ji siyasta hêzên navnetewî yên weke Rusiya, Emerîka û Ewrupa ne qut. Ji ber guhertina demografîk ya herêmên Rojava li Efrîn û Serêkaniyê bi awayekî pilan tê kirin. li gor raporên saziyên mafê mirovan û saziyên Ewrupî yên xêrxaziyê diyar dikin ku tiştê li Efrînê pêk tê hovitiya serdema nû ya Osmanliyên nûjenkirî AKP’ê û MHP’ê ye.

Di salvegera dagirkirina Efrînê de, qaşo meclîsa herêmî ya Efrîn vidogirafîk belavkir û di wê dîmenên hatine belavkirin de, diyar dibe ku çawa Tirkiyê ji dagirkerî û desteserkirina cigrafîk a Efrînê ber bi Kolonyalîzmê ve diçe.

Di vê derbarê de ger em hinek mînakê zindî ku li Efrînê pêk hatine bidin emê bibînin ku kiryarên ku li Efrîna dagirkirî pêk tên, sînorê zagonên navnetewî û pîvanên mirovahî derbas kirine. Li ser xetên sînor yên di navbêra Bakur û Rojavayê Kurdistanê, li navçeyên weke Şiyê li sernaserî gundê sînor yên weke Qermîtliq heyanî gundê Xelîl avakirina Niştehcîbûn ku tên naskirina bi navê “Mustewtanat”.   Dîsan li navçeyên weke Reco û Bilbilê heman Niştehcîbûn tê kirin. li kêleka vê yekê di warê qaşo bi navê ximetgozariyê gelek riyên gumrûkê hatine çêkirin ji bo bazirganiyê. Li ser asta asîmlesyonê jî dagirkeriya AKP’ê li herêma Efrîna dagirkirî bi dehan Peymangeh û Zanîngehên bişaftinê yên weke “Anadol üniverstesi û Gazi Antep üniverstesi” dan e avakirin. Di vê çarçoveyê de di dîroka 13 Nîsana îsal jî Dibistanê İmamî Xetîp dane avakirin.

Di rapora meclîsa herêma dagirkeriya Efrînê de, ya ku di sal vegera dagirkeriyê de bi xwe dabûn weşandin, di dil xwe de behsa pêşketin di warê olî de dikin û dibêjin: “Weke Micîsla Herêmî bi alikariya weqfa Tirk û Rêxistina alikariyê Şefeq me li Efrîn 322 Camî dane avakirin 13 hezar zarok me fêrî xwendina Quranê kirine^”. Her wiha li sernaserî dibistanê li Efrîna dagirkir jî dersên zimanî Tirkî tên dayîn.

Bi van kiriyar û pirojeyên dagirkeriya Tirk pêşdixe. Bi zelalî diyar dibe ku Tirkiyê pêvajoya dagirkeriyê li herêma Efrîn qedandiye û dest bi Kolonayalizme kiriye. Çawa ku piştî şerê Cihanê yekemîn Birêtaniya û Firasa li Rojhilata Navîn Kolonaylizmên xwe dane avakirin, îro jî Tirkiye bi riya erdogan û İxwan Muslimîn li sernaserî herêmên dagirkirî yên Sûrî weke İdlib, Ezaz, Bab, Cerablûs, Girê Sipî û bi taybetî li Efrîn û Serêkaniyê pêk tîne.