Rojnameya Ronahî

Rûsya leşkerên xwe ji Şehba kişandin, lê piştî rojekê dîsa vegeriyan.

Piştî vekişîna Rûsya ji Şehba hêzên alîgirên Îranê derbasî herêmê bûn. Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê ragihand ku karwanekî leşkerî yê hêzên alîgirên Îranê derbasî herêma Şehba bûye.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji bakurê Helebê, ragihand ku karwanekî leşkerî yê alîgirên Îranê berî çend rojan derbasî herêma Şehba ya bakurê Helebê bûye. Karwanê leşkerî ji çekên giran û madeyên lojîstîk pêk dihat.

Li gorî çavkaniyan, armanca sereke ya derbasbûna hêzên girêdayî Îranê, parastina bajarokê Nubul û Zehra ye ku welatiyên Şîe li wan dijîn.

SOHR`ê berî vê jî vekişîna karwanên girêdayî Rûsya ji baregehên Til Rifet û Keştear yên bakurê Helebê belge kiribû.

Çavkaniyên ji herêmê diyar kirin ku piştî vekişînê bi rojekê hêzên Rûsya dîsa vegeriyane ciyên xwe.

Heta niha ne hêzên Rûsî û ne jî hêzên alîgirên Îranê di vê derbarê de ti daxuyanî nedane.

ANHA