Rojnameya Ronahî

Piştî 50 salên têkoşînê, têkoşer Şemsedîn Mele Îbrahîm koça dawî kir

Kesayeta welatperwer û endamê Meclisa Rêveber ya PYD`ê şaxê Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm di encama krîzê de di 75 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Kesayeta welatperwer Şemsedîn Mele Îbrahîm sala 1980`î tevgera rizgariyê ya Kurdistanê nas dike û sala 1989`an li Akademiya Masûm Korkmaz perwerdeyê dibîne. Mele Îbrahîm gelek caran bi rêber Abdullah Ocalan re rûdine û li ber destê wî gelek perwerdeyê dibîne.

Mele Îbrahîm piştî wê li herêmên Rojava kar û xebata siyasî û civakî dimeşîne. Gelek caran ji aliyê hikumeta Şamê ve tê girtin. Herî dawî sala 1993`yan di dema şewata li Girtîgeha Navendî ya Hesekê de hatibû girtin.

Şemsedîn Mele Îbrahîm di nava gelê Kurd de bi taybetiyên xwe yên baş, têkoşîna xwe û heskirina doz û gelê xwe dihat naskirin. Ji ber têkoşîna xwe ya zêdetirî 50 salan di dilê xelkê herêmê de cihekî girîng girtibû.

Piştî damezirandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) sala 2003`yan, Mele Îbrahîm tev li partiyê dibe û di kongreya 8an ya partiyê ya 25`ê Nîsana 2020`an de, dibe endamê Meclisa Rêveber ya PYD`ê şaxê Hesekê.

Mele Îbarahîm di hevpeyvîneke berê bi ajansa nûçeyan Hawar re kiribû diyar kiribû ku pêkanîna pirojeya rêber Abdullah Ocalan li herêmê, gelek girîng e.

Kesayeta welatparêz 25`ê Adarê nexweşiya wî giran dibe. Li ser wê dibin Nexweşxaneya Gel ya Hesekê. Tevî hewldanên bijîşkan jiyana xwe ji dest da.

ANHA