Rojnameya Ronahî

QSD`ê li Reqayê depoyeke çekan ya DAIŞ`ê dît û li Hesekê jî serçeteyek girt

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku hêzên wan di operasyoneke ewleyiyê de li navenda bajarê Reqa, depoyeke çekan ya çeteyên DAIŞ`ê dîtine û li Hesekê jî serçeteyek girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî dîtina depoya çekan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Navendê ragihand ku di operasyoneke ewleyiyê de, yekîneyên lêgerînê yên girêdayî hêzên wan depoyeke binerd ya çekan ya girêdayî DAIŞ`ê li navenda bajarê Reqa dîtine û dest danîne ser gelek çekên sivik, navî û cebilxaneyê.

Navendê herwiha da zanîn ku hin mayîn û madeyên teqemeniyê jî di wê depoyê de hatine dîtin.

Di dewama daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku di heman operasyonê de, hêzên wan hin mayînên binerd yên li derdora depoya çekan hatîn bicihkirin, bêbandor kirine.

Navendê bîr xist ku depoya binerd ya hatî dîtin, di maleke sîvîlan de bûye ku xwediyên wê di dema DAIŞ`ê de ji bajêr reviyane.

Li aliyê din;

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) da xuyakirin ku 14’ê Nîsanê, hêzên QSD’ê û hêzên Koalisyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li dijî şaneyeke rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li Hesekê operasyoneke hevbeş kirin. Di encamê de serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin, cebilxane û belgeyên li gel jî hatin desteserkirin.

ANHA