Li taxa Xerbî yê Qamişlo projeyên nû yên çandê tên pêşxistin. Endamê komîteya çand û hunerê Cemîl Ehmed diyar kir ku ji bo dîroka resen bi nifşên nû bidin nasîn û ciwan li çanda xwe xwedî derkevin wê xebatên nû birêve bibin.
Di nav diyarde û têgînan de ya herî zêde wateyên dewlemend jê re hatiye dayîn têgîna çand û hunere. Ji ber ku çand û huner nasnameya gel û mirovan pênase dike, ji bo wê pêwîste em li çanda xwxwedî derkevin. Wekî rojnameya Ronahî serdna Bajarokê bajarê Qamişlo yê milê Xerbî kir û Endamê bajarokê Xerbî beşê çand û hunerê Cemîl Ehmed diyar kir ku pêwîste em ciwan û nifşên nû çand û dîroka resen bi wan bidinn nasîn da ku nasnameya tekoşîn û welatparîziyê winda nekin.”
10 KOMÎTE HENE
Girêdayî mijarê Endamê Bajarokê Qamişlo ya milê Xerbî beşê Çand û hunerê Cemîl Ehmed ser xebat û projeyên nahiya Xerbî başê çandê ev agahî dan: “Bajarokê milê Xerbî ji 10 komîteyan pêk tê wekî komîteya (Parastın, tendrustî, perwerde, çand, jin, aborî, ciwan, lihevanînê, ixmetguzarî û civak). Em wekî komîteya beşê çandê ji bo ew çanda ku bi sedê salan hatiye çewsandin, dîsa nûjen bikin û di nav gel û civakê de geş û belav bikin.”
Bİ KOMÎNAN DEST Bİ XEBAT KİRİN
Cemîl diyar kir ku wekî beşê çandê projeyên avakirina malên çandê hene û wiha got:”Ji bo bi serketina vê projê me ji komînan de det pêkir û li hemû komînên taxa Xerbî serdan kirin. Di encam serdanê de û bi alîkariya komînan wekî komîteyek çandê li taxa Xerbî hate avakirin ku di hundurê komînan çalakî û semînerên ser çan û exlaq bidin hate avakirin.”
XWEDÎ Lİ
HUNERMENDAN
DERKETİN ERKA MEYE
Her wiha li taxa Hilêliyê jî grupek ji hunermend heye, lê ji ber ku navenda çand û hunera Mihemed Şêxo dure zêde serdana nakin, ji bo ku em vê çareser bikin projeya avakirina malek çandê hate pêşniyar kirin ku niha li Himîo û taxa Qidurbeg hatiye avakirin dê wê li taxa Hilêliyê jî bê avakirin.”
Cemîl da zanîn ku ji bo pêşxistin û hêzdayîna hunerê gele proje hene û wih agot: “Pirsgirêka bingehîn a civakê ne naskirina çand û hunera wê ye, ji ber ku dema civak çanda û dîroka xwe nas neke, dê valatiyê jiyan bike û kirasê çandê din li xwe bike. Ji bo wê jî erka me ku em çanda xwe di civakê pêşbixin û civakê ji van nexweşiyan hişyar bikin me dest bi projeyên nû dikin.”
PROJEYÊN NÛ HENE
Cemîl Ehmed di dawî de çen projeyên nû bi lêv kir: “Di demên pêş de dê mala helbestvan û nivîskar Seydayê Ceger xwîn û nemir hunerend Mihemed Şêxo malên wan ji bo danesîna çand û hunera wan ji ciwana û nifên nû re bi din nasîn û li keda wan xwedî derkevin û 0di civakê de zindî bikin. wekî proje dê malên wan bikin mûze, çi ji pirtûk, cil, û hemû berhemên wan bidin hev û di malên wna de kom bikin û bikin mûze.”
Melek DEMÎRTAŞ






