Rojnameya Ronahî

YE cezayên nû li Îranê birîn

Yekîtiya Ewropa ragihand ku ceza li 8 fermandarên Pasdarên Îranê, hêzên Besîc, polîsên Îranê û 3 girtîgehan hatiye birîn. Li ser wê Îranê hevakariya xwe ya bi YE re di gelek qadan de, paş xist.

Ajansa Reutersê ragihand ku Yekîtiya Ewropa (YE) diyar kir ku ji ber hemleya “çewisandinê” ku hikumeta Îranê Mijdara 2019`an pêk aniye, ceza li 8 fermandarên hêzên Besîc, polîsên Îranê û 3 girtîgehan birîne.

Ji kesên ceza li wan hatî birîn, serokê Pasdarên Îranê Hisên Selamî, fermandarê hêzên El-Basîc ên girêdayî Pasdarên Îranê Xulam Rida û hin endamên din in.

YE da zaîn ku rêxistina Besîc ji bo çewisandina xwepêşandanên Mijdara 2019`an li Îranê, hêz bi kar aniye û di encamê de gelek sîvîl li gelek bajarên Îranê hatine kuştin û birîndar bûne.”

Îranê jî cezayê nû yên YE şermezar kir û ragihand ku wê diyaloga têkildarî mafên mirovan û hevkariya di encama wê diyalogê de paş bixin.

ANHA