Rojnameya Ronahî

Operasyona QSD`ê ya gendeliyê: Şebekeya ji10 kesî hat girtin

Li bakur û rojhilatê Sûriyê têkoşîna li dijî gendeliyê dewam dike. 10 kesên di saziyên cuda yên girêdayî QSD`ê de dixebitîn bi egera sextekariya belgeyan û dizî hatin girtin.

Hêzên QSD`ê operasyona di saziyên xwe de li dijî bertîl, sextekariya belgeyan, gendeliyê û hwd.. li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê, dayî destpêkirin, didomîne.

Di çarçoveya operasyonê de berî niha li bajarên cuda di operasyonên hatîn kirin de 10 kesên heman şebekeyê hatibûn destgîrkirin. Ev kes piştî lêpirsînê hatibûn dadgehkirin û hatin girtin.

Di nava saziyên QSD`ê de kesên di beşên cuda de kar dikirin yên bi navê; A.Y.E, M.N.D, M.E, H.Y.O, S.F.T, F.M.Î, M.X.A, H.O.A, K.S.S û Î.M.H. bi egera gendelî, bertîl û derxistina belgeyên sexte hatibûn dadgehkirin û cezayê girtîgehê li wan hat birîn.

Di dadgehkirinê de kesên sûcên wan hatîn tesbîtkirin û cezayê li wan hatî birîn wiha ye: A.Y.E (10 sal), M.N.D. (2 sal), M.E. (7 sal), H.Y.O. (10 sal), S.F.T (10 sal), F.M.Î (5 sal) M.X.A (3 sal), H.O.A (salek), K.S.S (6 sal) û Î.M.H. (salek).

Di dadgehkirinê de biryar hat girtin ku endamên şebekeyê pereyên dizîne vegerînin.

Operasyonên li dijî gendeliyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

ANHA