Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelorê yê Kobanê bombebaran kir.
Li gor agahiyên ANHA ji herêmê ragihandin, balafireke bê mirov a dewleta Tirkî ya dagirker di saetên derdora 3yê sibehê de, mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima ya li gundê Elpelorê ku 5 km dûrî bajarê Kobanê ye, bombebaran kir.
Rêber Abdullah Ocalan di sala 1979`an de dema ku cara yekemîn derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, li wê malê dimîne.
Li Kobanê ew mal wekî mala Rêbertî tê naskirin.
Li gor agahiyan, ziyanên madî çêbûne.