Rojnameya Ronahî

“Bi pîroziya Çarşema Sor emê bi ser bikevin”

Hediya HISÊN/Qamişlo

Plan û gefên dagîrkirina Şingalê rojana zêde dibin. Êzîdiyên bakur û rojhilatê Sûrî nerazîbûna xwe nîşan didin û dibêjin “Şingal ya Êzîdiyan e, emê xaka xwe biparêzin û serî ji dijmin re danaynin.”

LI ŞINGALÊ CIVAKA ÊZÎDÎ BERXWEDANEKE DÎROKÎ DINIVISÎNE

Debarê mijarê de Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyan li Efrînê Sûad Hiso axivî û ev nirxandin kir; “Peymana 9ê Cotmeha 2020an ya di navbera hikumeta Iraq û Hewlêrê de hatî imzekirin ne peyman e, derheqê gelê Şingalê de ragihandina fermaneke nû ye. Ev 7 Sal in gelê Şingalê xwe bi derfeên xwe  diparêze, mafê ti kesî nîne derbasî erdê Şingalê bibe.

Sûad diyar kir ku destê dewleta tirkî jî di vê peymanê de heye. Li gorî berjewendiyên xwe hikumetaa Iraqê û ya Hewlêrê dixe tevgerê. Çawa bi riyeke derveyî exlaq û mirovayiyê Efrîn û Serê Kaniyê dagîr kir dixwaze wisa li Şingalê jî bike.

Sûad da zanîn ku ji bilî YBŞ û YJŞe ti kes nikare gelê Şingalê biparêze û axaftina xwe wiha domand: “Helwesta me Êzîdiyan ew e ku Êzîdî li kîjan derê bin wê li ber xwe bidin. Li ser vê xaka pîroz jina Êzîdî hêzeke xwe afirand. Herwiha banga me ji Êzîdiyên cîhanê hemûyan re heye ku li Şingalê xwedî derkevin.

Sûad Hiso cejna Çarşema Sor li rêber Apo û tevayiya gelê Kurd pîroz kir û got, wê cejina Çarşema Sor bi coşeke mezin li Şingalê bê pîrozkirin. Bi pîroziya cejina Çarşema Sor emê bi ser bikevin

EM ŞINGALÊ RADESTÎ DIJMINAN NAKIN

Hevserokê Mala Êzîdiyan li herêma Cizîrê Farûq Tozo jî diyar kir ku ji destpêkê ve civaka Êzîdî li Şingalê helwesta xwe da xuyakirin ku wê li çiyayên xwe xwedî derkevin. Fermana 2014an bertekên gelê Şingalê li dijî dijmin bihêztir kir. Rewşa Şingalê ya dawî li ber çavan e. Du hefte di ser mohletê re derbas dibin û bêdengiyek derketiye pêş. Ev diyar dike ku dewleta Iraqê helwesta gelê Şingalê cidî digire û eger êriş bike wê zextên navneteweyî lê bên kirin.

Farûq bal kişand ser sedemên peymanê yên di vê demê de û got, ti carî hikumeta Iraqê bawer nedikir ku civaka Êzîdî bibe xwediya hêzeke leşkerî û rêveberiyeke xweser. Ji ber wê bi vê peymanê xwest baweriya Êzîdiyan ya bi vê hêzê bişke û bi taybetî gefê li Rêveberiya Xweser bixwe da ku di navbera Rêveberiya Xweser û civaka Êzîdî de bêbaweriyê çêke. Lê berxwedan û helwesteke bihêz li hemberî wan hat nîşandan.

Farûq axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi çi awayî dibe bila bibe em çiyayê Şingalê radestî dagîrkeran nakin. Heta Êzîdiyek li ser vî erdî sax be wê li Şingalê berxwedan hebe.”