Rojnameya Ronahî

Biryara Rêveberiyê ji bo xaniyên kirê ji gel re bû alîkar

Dilîn EHMED/Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo di peydekirina xaniyên kirê de zehmetiyê dikişînin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê Rêveberiya Xweser li gorî her xanî, biryara bihayê wî derxist. Endamê Yekîtiya ofîsa eqarî Ehmed Xelef got, çi kesê vê biryarê paşguh bike, wê were cezakirin.

Sedema sereke ya bihabûna nirxên xaniyên kirê, daketina lîreyê Sûrî ye. Ji ber bihabûnê, şêniyên bajarê Qamişlo û koçberên ji derve hatîn, di peydekirina xaniyan de zehmetiyê dikşînin. Lewre li gelek taxan xanî bi dolaran tên dayîn. 22ê Sbatê ji aliyê Mecilsa Karûbar ya Herêma Cizîrê bîryara nirxên xanîyên kirê derxist. Ev rêbaze heya astekê ji bo kesên bê xanî bu alîkar.

“YÊ KU BIRYARÊ PAŞGUH BIKE DIVÊ WERE CEZAKIRIN”

Ji bo em zanyariyên zêdetir bigrin dest û hilbijartina xelkê ji vê biryarê nas bikin, me nerînê şêneyê Qamişlo girt. Welatiyê ji taxa Xerbî  ya bajarê Qamişlo Mihemed Hesen da xuyakirin ku sedema buhabûna nirxê xaniyan rewşa aborî ya ku welatî niha tê de dijîn û got; “Ji ber ku niha her tişt bihabûye û lîreyên Sûrî li hemberî dolarên Emerîkî daketiye, biryara Rêveberiya Xweser gelekî baş e û divê xelkê me vê biryarê binpê neke. Bi taybetî ji ber ku jimerek mezin ji milatê me yê ku ji êrişên dewleta tirkî ya dagîrker koçber bûne, wê nikaribin xaniyan bi nirxên biha kirê bikin.”

Mihemed Hesen diyar kir ku divê xwediyên xaniyan bi wijdanî xaniyên xwe bidin kirê û got: “Xaniyekî min li taxa Kornîş heye min daye malbatekê ji Efrînê bi 100 hezarê Sûrî. Li wê taxê piraniya xwediyê xaniyan bi dolar didin xelkê, lê ez dibêjim divê miletê me bi wijdanî vî karî bikin. Lewra bi yên ku xaniyên wan tine ye, neçarin xaniyan kirê bikin, lê ne bi nirxekî buha. Herwiha didawiyê de dibêjim, bi hêvîme yê ku vê biryarê bi cî neyne Yekîtiya Ofîsên Eqarî wan ceza bikin.”

Welatiyê bi navê Hesen Omerî ku yek ji koçberê bajarê Serê Kaniyê ye, behsa zehmetiyên peydekirina xaniyên kir û anî ziman ku sedema bihabûna pêdiviyên jiyanê, dihêle nirxê kiriya xaniyan jî biha bibe û wiha axaftina xwe dewam kir: “ Yên weke me ku ji ber tang û topan dijmin ji malên xwe derketîn û neçarin di kirê de bijîn, nirxê ku xwediyê xaniyan ji me bixwazin, divê bi çi rengî be jî em peyda bikin. Ji ber wê divê cihê berpirsyar, kesên vê biryarê paşguh bike wan ceza bikin.”

BINPÊKIRIN BI CEZAYÊN PEREYAN IN

Li ser vê mijarê Endamê Yekîtiya ofîsa eqarî ya Qamişlo Ehmed Xelef jî diyar kir ku li ser nirxê firotin û kiriya xaniyan bi dolar, pirsgirêk derdikevin û wiha got; “Di biryara ku berî demakê derketî, xaniyê herî biha divê ne zêdetirî 150 lîreyê Sûrî be. Kesê ku di riya ofîsên me re xaniyan kirê bikin, ti kes nikare wî ji xanî derxe û ne jî pirsgirêka jê re derxîne. Ji bilî wê em nikarin alîkariya ti kesî bikin. Lewra yê ku xaniyan kirê dikin divê peymana xwe li cem me çêke.”

Ehmed Xelef li ser hilbijartina welatiyan bi vê biryarê axaftina xwe bidawî kir: “Heta niha xelkê me vê biryarê bicî tînin. Iqûdên ku ji aliyê Rêveberiyê vê hatine derxistin, di riya ofîsên me de têne belavkirin. Di wan lênûsên iqûdan de, her xaniyek li gorî taxê û baqijiya wê nirxê hatiye dayîn. Li ser eqdên xanî divê ji aliyê Komîn û Navçe hatibe muhrkirin. Piştî wê em jî muhir dikin û dişînin Asayîşa Giştî. Eger xwediyê xanî ji kirêçî perê zêde yan jî dolar bistîne, ew kirêçî dikare were ji me re bêje, wê demê emê biqasî ku jê standiye bi du caran, wî ceza bikin.”