Rojnameya Ronahî

Li Tebqa 2 stasyonên avê ji nû ve hatin xebitandin

Saziya Avê ya Tebqa piştî 2 stasyonên ava vexwarinê xistin xizmetê. Lewre dewleta tirkî ava çemê Firatê kêm kiriye û rêjeya wê daketiye. Ji ber wê stasyon ji xizmetê derketibûn.

Dewleta tirkî ya dagîrker ava çemê Firatê ji zêdetirî 2 mehan ve kêm kiriye.

Stasyona Ayikd û El-Cerafat yên Tebqa ji ber kêmkirina ava çemê Firatê, ji xizmetê derketin.

Saziya Avê ya girêdayî Meclisa Sîvîl ya Tebqa hefteya borî dest bi xebitandina her du stasyonan kir.

Têkildarî mijarê hevserokê Saziya Avê ya Tebqa Hemûd El-Şêx wiha got: “Me hin guhertin di stasyonê de çêkirin û ji nû ve saz kirin.”

Hemûd El-Şêx diyar kir ku şêniyên taxa Ayid, ji sedî 30 sûd ji guhertinê negirtin û av bi sahrîcan ji wan re tê şandin.

Herwiha çavdêrê Saziya Avê Hazim Aşûr wiha axivî: “2 bîr di stasyona Ayid de hene. Me bi torbîneke din stasyon sererast kir da ku ji nû ve bixebite.”

Her du stasyon ji ber kêmbûna ava gola Bendava Firatê bi qasî 15 metreyan, ji xizmetê derketibûn.

ANHA