Sêyemîn Platforma Wêjevan û Helbestvanên herêma Tebqayê bi dirûşma “Sûriye dergûşa şarestaniyan û kaniya çandan e” hate lidarxistin.
Paltform ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi hevkariya Mala Gel a herêma El-Mensûra ve li bin konekî li herêma El-Mensûra hate organîzekirin.
Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Hamid El-Ferec û Roşîn Hemî, Seroka Partiya Sûriya Pêşerojê şaxa Tebqa Musene Semîr, endamên sazî û meclîsên El-Mensûra û her wiha hejmarek rewşenbîr jî tevlî platformê bûn.
Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hamid El-Ferec û Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê buroya Tebqayê Musene Semîr axivîn û piştgiriya dewlemendbûna çanda Erebî kirin. Her wiha li ser navê hemî pêkhateyên Tebqayê soza destekdayîna welatiyên Efrînê dan.
Piştre helbestvanan helbestên xwe xwendin.






