Rojnameya Ronahî

BUNYAMÎN ŞEKER: DIXWAZIN BI TECRÎD Û ÊRIŞAN CIVAKEKE BINDEST BAFIRÎNIN  

Bi bilinkirina asta tecrîda li ser Rêber Ocelan û dijwarkirna êriş û sûcên li dijî HDPê, Rejima AKP-MHPê dixwaze xebat û destkefiyên siyasî tine bike û desthilatê ji xwe re misoger bike. Hiqûqzan van kiryaran bi ‘Faşîzma huqûqnenas’ bi nav dikin.

“FIKIRÊ AZAD BI TECRÎDÊ TINE NABE”

Têkildarî tecrîda li Imralî û êrişên li ser HDPê, parêzer Bunyamin Şeker axivî û ev nirxandin kir; “Li girtîgehê, li dijî birêz Ocelan ev 22 sal tecrîd tê kirin. Dixwazin rola pêşengtiya Rêber Ocelan û bandora wî ya fikirî li ser xebatê gelan tine bikin. Rêber ocelan di girtîgehê de, karîbû bi fikirê xwe yê azad xebata ku li derve tê kirin, xurttir bike. Lewra AKP-MHPê ev yeke xetereke mezin li ser perjewendiyên xwe dibînin û herku diçe tecrîdê hişiktir dikin. Ev tecrîd dijî zagonên navneteweyî û mafê girtiyan e.”

Bunyamin Şeker bal kişand ser çalekiyê zindanê û wiha berdewamî da axiftina xwe; “Armanca AKP-MHPê ji hevpeyvîna telefonê ew bû ku fikar û çalakiyên gel dijî tecrîdê kêm bike. Lê Rêber Apo armancên AKPê ya veşartî bi riya gotina ku `Hem malbat şaş e,ham jî dewlet şaş e` eşkere kir. AKP-MHPê dixwaze Gerava Birçîbûnê ya di zindanan de û çalakiyên li seranserê cîhanê, bê deng bike. Divê em bi vê hevdîtinê neyên xapandin. Divê em Çalakî û xebata xwe ya siyasî û hiqûqî hê xurtir bidomînin.”

“DOZA GIRTINA HDPÊ SIYASÎ YE”

Bunyamin diyar kir ku plan û projeyên hikumeta Tirkî  li Imarlî bi ser neketin û destnîşan kir ku ew dixwaze walatê Tirkiyê bike zindanekê mezin û wiha domand; “armanc û planên AKP-MHPÊ di Imeralî de, bê bandorbûn. Xebat û bertekên gelan li dijî siyasta wê zêdetir dibe.  Dixwazin civakeke bindest û bêdeng ava bikin. Ev yek dibe sedem ku bi êrişên çekdarî û nehiqûqî HDPê bike armanc. Berî niha her du Hevserokên HDPê bi biryareke siyasî, nehiqûqî destgîr kirin û bi hezaran endam û parlametarên wê xistin girtîgehan. Lê tersê planên AKPê, xebata siyasî û civakî gîhaye asteke bilind. Ev xebat karîbû projeyên wê yên qirêj bixe xeterê de. Lewra bi biryareke siyasî doza girtina HDPê derxist holê. Di çi zagona de nine ku xebat û têkoşîna ji bo bidest xistina mafê gel, bi sûc bê binav kirin û nûnerê gel bi terorizmê bê  pênase kirin. Di çarçoveyeke nehiqûqî ev kiryar tên kirin. Armanca wê jî, misugerkinina desthilatê, veşartina şikestinên xwe û tinekirina deng û xebata gel ya siyasî ye.”

“GERGERIOGLU DESTHILATA WAN HEJAND”

Şeker wiha berdewamî da axiftina xwe; “Parlamentar Omer Gergerioglu jî, bi têkoşîna xwe ya bênavber, bû dengê gelê xwe, dengê girtiyên riya azadiyê û bangxwazê ya mafê mirovan. Bi xebata xwe karîbû desthilata AKP-MHPê bihejîne. Lewra bi biryareke siyasî angu neqiqûqî, mafê parlemanteri ya wî hat wergirtin. Di rewşeke ku tenduristî ya wç xerab de jî hat destgîrkirin û eşkencekirin.”

Hiqûqnas Bunyamin Şeker bi vê peyamê axafina xwe qedan; “Hemû kiryar û êrişên AKP-MHPê bi armancekî faşizmane tên kirin. Siyaseta wê, nedemokrasî û nemirovî ye. Divê gel bi rêxistin xebata xwe li dijî faşizmê û sûcên wê yên bênavber dewam bike.”