Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vê carê Derya Reş germ dibe

13/04/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê, Roj Hilat!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Heta niha, bi giranî nakokî û pevçûn li ser Derya Spî bûn. Bi daxwaz û hilwest û hewldanên dewletên YE’yê, dewleta AKP-MHP’ê gav bi paş ve avet û nuha li vê deryayê û herêmê nakokî hinek hatin e rawestandin.

Bi qeyran û aloziya li Ukranyayê re, qada nakokiyan veduguhez e Derya Reş. Weke gotina ku dibêjin ,”tu kîjan kevirî radikî” ji binê wî kevirî Tirkiye derdikeve! Li vira jî em bala xwe didinê, ji roja despêkê ve, desthilatiya R.Erdogan di serê vê govenda Ukranyayê de, tê xuyakirin û dileyze.

Hema ji nişka ve hat dîtîn ku serokê Ukrayna Zelenskiy û R.Erdogan li Stenbolê rûniştine û peymana li pey hev imze dikin. Li ber kamera, rengê dostayî û hevalbendiya xwe, di asta stratejik de nîşan didin û gelek bi gotinên qelew radigihînin.

Bêgûman li ser van têkiliyên bi vî rengî yên R.Erdogan, Putin ji mêj vê agahdar e û car caran ne razîbûna xwê jî nîşan dida. Li ser vê hevdîtinê jî, tê gotin bi telefonê li gel R.Erdogan axivîye!

Li goreyî xwe R.Erdogan, her du dewletên sereke yên cîhanê dixapîne û ji nakokiyên navbêna wan sûd werdigre. Erê nikare kesî bi xapîne, lê herî kêm raya giştiya xwe ya hundurê Tirkiyeyê bi vê propagandayê dikare bi xapine.

Weke tê zanîn, bi vê mijarê ve girêdayî projeya Kanal Stenbolê jî di rojevê de ye. Li goreyî nûçeyan, çend rojên din 2 geştiyên DYE’yê, di dervazên Derya Marmara re, ew ê dersbasî Deryaya Reş bibin.

Dibe ku êdî Putin, nema sebir kir û aşkere Tirkiye vexwend ser Peymana Montroyê û got “divê hûn li goreyî şerd û mercên vê peymanê tevbigerin”!

Ev bûyera Ukrayna-Donbassê, ji bo desthilatiya AKP-MHP’ê, bû weke ku ji wan re, şensa Mili Piyango lê bide, hema bi dest û lepa ketin nava vê planê. Jiber ku van “Bazirganên Kujerên Kirêgiran”, peyayên wan ên kujer, di destê wan de bê kar mabûn, li ser stuyê wan bûbûn bar, diviya li deverekê bidin xebitandin, eha aloziya Ukrayna derket û hate ber deriyê wan!

Lê wisa diyar e ew ê nikaribin weke ku ew dixwazin bixin bazarê. Jiber ku him Rûsya jî di vê derbarê de gelek heşyar û xwedî serpêhatiye û him peyayên wan ên kirêger(bi erebî=mirtezeqe), ne gelek amade tên xuya kirin. Mînak, ên ku şandibûn Libyayê û Qerebaxê, ev çend roj in di çalakiya protestoyê de ne. Doza ‘pereyên kirêya’ xwe dikin û dibêjîn “fermandarê me Ebu Emşe(Serokê Tugaya Siltan Silêman Şah), hîn meaşên me yên Libya û Qerebaxê neda ye û em xapandiye” û hwd?

R.Erdogan, li goreyî xwe, li Rojava û Sûriyeyê, ji nakokiyên navbêna Rûsya û DYE’yê, xwe serkeftî dide diyar kirin. Lê di jiyanê de ev propaganda wî piştrast nabe. Jiber ku çi devera ku gav avêtibê, li wir jiyan lewitandiye, alozî û qeyran gihandiye asta herî bilind; kurt kurmancî, ji xwe jiyan ji gelê wê deverê re nehiştiye, lê ew dever hemû li serê wî jî bûye bela! Bi tenê li hundur, bi propagandeyên misilmantî û tirkperestiyê, karibû temenê desthilatiya AKP-MHP’ê dirêj bike.

Lê gûman xurt heye ku vê carê, germa Derya Reş, ew ê rûyê wan reştir bike, dibe ku wan bi şewitîne jî û weke mînaka Yemenê û Mûşê, ew ê li ser van jî stranên; “çûyîn hebû, lê çima veger tune bû(?)” were gotin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.