Rojnameya Ronahî

Dixwazin fermaneke din bînin Serê Êzîdiyan

Darîn Silê/Qamiş

2014 beramberî êrişa DAIŞê ya ser Şingalê, hêzên PDKê ji Şingalê reviyan û Şingalî bêparastin hiştin. Piştî ku fermana 74an bi serê gelê Şingalê de hat, beramberî van fermanên ku dawî lê nayê, gelê Şingalê parastina xwe ya cewherî ava kir. Lê dewlata tirkî bi hevkariya PDKê û hikûmeta Iraqê dixwaze fermaneke din bi serê Êzîdîyan de bîne.

“TKIRKÎ ÊZÎDIYAN WEK STÛNEKÎ KURDAN DIBÎNE”

Derbarê mijarê de hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso wiha axivî: “Di çanda Êzîdiyan de dîrokek veşartî heye. Tirkiyê, Êzîdiyan wek stûnekî kurdan dibîne, ji bo wê dixweze Kurdê Êzidî jî qir bike. Lê Êzîdiyan bi vîneke mezin û bi rihê berxwedanê planên tirkiyê şkandin. Ne tirkî tenê, dewletên navnetewî jî destê wan di pêkanîna komkujiyê de heye. lê bi xwedîderketina gelê kurd, vîna Şingaliyan xurttir bûye û bi pêş ketiye. Salên dawî gelek êriş bi ser Şingalê de hatin kirin, wê demê jî hikûmeta Îraq û ya başûrê Kurdistanê bêdeng man.”

“DEWLETÊN NAVNETEWÎ LI HEMBER KOMKUJIYÊ BÊ DENGIN”

Xerîb Hiso li ser komkujiya Şingal ya 2014an jî wiha got: “Di komkujiya 2014an de zêdetirî 5000 jin hatin revandin, gelek ji wan hatin qetilkirin û destdirêjî li wan hat kirin. Heta niha jî ti hesab xwestina van jinan nehatiye kirin. Wê demê hikûmeta Îraq û hêzên herêma kurdistanê jî xwe vekişandin û parastina Şingalê nekirin. Em jî dibêjin yê ku parastinê neke û rê li pêşiya  dijmin veke, nikare li dijî rizgarkirina Şengalê tiştekî bike. Hikûmeta başûrê kurdistanê li hember komkujiyê parastina Şingalê nekir, ev jî tê wateya ku ew jî şirîkê vê komkujiyê ye. Heta niha dewletên navnetewî jî ji bo vê komkujiyê bê dengin. Lê şervanên YPG û YPJ`ê bi têkoşîn û qehrmaniya xwe gelek jinên Êzîdî rizgar kirin.”

Xerîb Hiso axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çawa ku tirkiyê dixwaze rojhilata navîn bê kurd be, Partiya Demokratîka Kurdistan (PDK) jî dixwaze başûrê Kurdistanê bê civaka Êzîdî be. Ev jî xeterek mezin li pêşiya yekîtiya kurdan çêdike. Em bi hêvî ne ku ji naha û wêda Partiya Demokratîka Kurdistan bibe cihê çareserî û baweriyê.”