Rojnameya Ronahî

Dayika rojê Uweyşa serhildêr

 Darîn Silê/Qamişlo

Di salvegera 28an ya wefata dayîka Uweyş de, berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed, dayîka Uweyş û dayîkên aştiyê bîr anîn û diyar kir ku dayîka Uweyş dayşka tevayiya gelan e. Çimkî kesayetek weke Rêber Abdullah Ocalan anî dinyayê.

JINAN DI KESAYETA DAYÎKA UWEYŞ DE HÊZ Û BAWERIYA XWE MEZIN KIRIN”

Remziya Mihemed anî ziman ku Dayika Ûweyş bi xwedîkirina Rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku azadî ji zarokatiyê dest pê dike û wiha berdewam kir; “dema Rêber Apo behsa hêza xwe dike despêkê dayika xwe bîr tîne, ji ber ku hêz û vîna xwe tev ji dayika xwe girtiye. Tevî zehmetî û xizantiya ku dayika Uweyş têde jiyan dikir, lê zarokên xwe bi awayekî rast û moralekî xurt mezin kir.”

Berdevka Kongreya Star Remziya Mihemed da zanîn ku gelek dayikên mîna yadê Uweyş hene û wiha bi dawî kir; “Bi hezaran dayikên kurd zarokên xwe bi rihekî azad mezin kirine û bûn lehingên şoreşê. Ji bo ku em karibin bi azadî jiyan bikin, leşger û lehing pêwîstin. Hêza ku dayika Uweyş daye rêbertî hişt ku li hember dewleta tirk û dewletên deshiladar têkoşîn bike û civaka kurd azad bike.”

Derbarê mijarê de dayika Ş.Tolhildan Zagroz, Rojîn Ehmed anî ziman ku Dayîka Uweyş li bajarê Edene yê tirkiyê jiyana xwe ji dest daye û wiha berdewam kir; Dema berê yên wek dayika Uweyş kêm bûn. Yadê Uweyş Kesayetek pir xurt û bi hêz bû, zarokên xwe tev bi ceger û bi azadî mezin kirin. Herwiha di nava zarokên xwe de wekheviyê dida meşandim.

Rojîn Ehmed diyar kir ku azadiya civakê ji azadiya jinê dest pê dike û wiha bi dawî kir; “Jinan di kesayeta dayika Uweyş de gelek taybetî û rêbazên berxwedanê nas kirin, heman demê hêz û baweriyên xwe jî mezin kirin. Em bihêvî ne tevayiya jinên cîhanê bibin mîna yadê Uweyş. Da ku em kesayetên wek rêber Apo mezin bikin.”