Rojnameya Ronahî

“DAYIKA MIN YEK JI PAŞMAYÎ XWEDANWENDA YE”

Jiyan BOZO

li warê pêxemperan carekedin dîrokê xwe dûbare kir. Zarokê ku bi salan dê û bav û her kes li bendê bû ji dayîk bû. Ji bo gelekî bindest dîrokeke pîroz bû, zayîn û vejêneke nû bû. Lê ya rest ew bû ku ji zêkê dayîkeke berxwedêr zarokek azadîxaz û welatparêz ji dayîk bû.

Landika ku  Zerîfe, Besê û bi hezaran jinên berxwedêr di hûndirê xwe de hejand û mezin kiribû, jineke azad û asî mîna dayîka Ûweyş jî mazin kir. Ji ber wê ti hevok nikarin wesfê jineke wiha bide.

MIN METREK PARÇE JI BO DAYIKA XWE NEKIRÎ “

Rojhilata Navîn ku dergûşa mirovayiyê ye, bi Xwedawend re li dinyayê tevî  deng veda ye. Jinên vê herêmê, jiyan afirandin û tecrûbeyên xwe yên  bi nirx radestî cîhana mirovahiyê kirin. Bê guman yek ji wan dayikên fedekar ku karî bû zarokekî bi nirx ji bo civakê û mirovayiyê mezin bike Dayika Ûweyş e. Dayika Ûveyş yek ji wan dayikên Kurd, ku kariye bi aweyekî herî baş rastiya civaka Kurd di wê serdemêda bide nasîn. Zarokê xwe fêr dike ku ti carî hemberî neheqî, desthilatdarî û zordestiyê serê xwe netewînin û bê helwest nemînin. Ji ber wê ev dibe derseke mezin di jiyana Rêber Apo de.

Rêber APO ji bo Dayika Ûweyş dibêje ku “Dayika min yek ji paşmayî Xwedawenda ye.” Ji bo wê Rêber APO êş û janên jinan di kesayeta dayîk, xwîşkên û hevala xwe Elîf de dît û di kesayeta wan de  jinên Kurd û Rojhilata Navîn analîz kirin. Bersiva Rêbertî ji keda dayîkan, bi taybetî jî dayîka Ûweyş re bû tekoşîna bêhempa li hember  hişmendiya zilamê serdest, cinsiyetparêz û hwd. Bê gûman îro di encama wê têkoşîna 45 salî de jina Kurd gihîştiye astekî bilind di têkoşîna azadiyê de.

Rêber Apo gelek carî balkşandiye ser mafê dayîka Ûweyş û dibêje ‘raste min metrek paç jî ji bo dayika xwe nekirî ye, lê ez hewil didim welat û jiyanekî azad ji bo dayikan tevan bikim diyarî.’ Bi vî rengî Rêber Apo heskirina xwe li hember dayîka Ûweyş û  dayikan tevan tîne ziman. Roja me ya îro tekoşîna jina azad li Kurdistanê de, di cîhanê giş dengveda ye. Çukên desthilatdara li beramberî vê tekoşînê dilerizin. Ev bi saya dayê Ûweyş a ku wek xwedavendekê, rêberek ji bo parastina mirovahiyê mezinkir.

Çanda xwedavendan ku dayîka Ûweyş daye meşandin û têkoşîna civaka azad ku Rêber Apo birêve dibe, li herderê balav bûye û derketiye asta herî jor. Çimkî Wateya herî rast ya çanda xwedavenda, nirxê demokratîk yê komînal, civaka axlaqî û polîtîk e. Ji bo wê divê jin  çanda ku dayîka Ûweyş temsîla wê kiriye, berdevam bikin û bingehê jiyana xwe bi hêzeke mezin pêşbêxin. Divê her dayîkek zarokê xwe ji bo paşeroja civakek axlaqî û polîtîk mezin bike. Çimkî em jin berpirsiyarê vê kedê ne, xwedîderketina li vî mîrasî erkê me ye.