Rojnameya Ronahî

Çarenûsa bi sedan ya jinên Êzîdî ne diyar e

Hevseroka Mala Êzîdiyan ya herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm, da zanîn ku çarenûsa hezar û 190 jinên Êzîdî ne diyar e û got, kesên ferman pêk anîn, li ser Şingalê li hev dikin û komployan pêk tînin. Û ji bo rizgarkirina jinên revandî jî ne cidî ne.

Ji dî rokê ve 74 ferman hatin serê Êzîdiyan. Herî dawî 3`yê Tebaxa 2014`an dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şingalê kirin ku warê bingehî yê Êzîdiyan e, xelkê wê kuştin, dan koçberkirin û revandin.

Li gorî daneyên nivîsgeha rizgarkirina Êzîdiyên revandî, di roja yekê ya êrişan de, hezar û 293 Êzîdî hatin kuştin û 68 cihên olî hatin wêrankirin. Heta niha 80 gorên komî yên wan qurbanan hatine dîtin.

Li gorî daneyên saziyên Êzîdiyan, çeteyên DAIŞ`ê 6 hezar û 417 Êzîdî revandine. Di nava wan de 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr in. Di operasyonên rizgarkirinê de 3 hezar û 537 Êzîdî hatine rizgakirin ku di nava wan de hezar û 201 jin, 339 mêr, hezar û 43 keç û 954 kur in.

Herwiha li gorî jina Êzîdî ku piştî 7 salan ji DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ya bi navê Neclaa Seîd Ismaîl, jinên Êzîdî û zarok vediguhêstin herêmên di destê çeteyên DAIŞ`ê de yên li Iraq û Sûriyê. Hinek jî birine Tirkiyê.

Hevseroka Mala Êzîdiyan ya herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm diyar kir ku çarenûsa hezar û 190 jinên Êzîdî ne diyar e û axaftina xwe wiha domand: “2014`an DAIŞ`ê êrişî Şingalê, navçe û gundên wê kir. Komkujî, darvekirina komî kirin. Ew di gorên komî de hatin veşartin ku hê gelek ji wan goran nayên zanîn.”

Leyla Îbrahîm wiha pê de çû: “Di êrişan de bi hezaran jinên Êzîdî hatin revandin, kuştin û di nava sûkan de hatin firotin. Çeteyan tevahiya cureyên tundiyê û îşkenceyê li dijî wan pêk anîn. Di dirêjahiya dîrokê de, gelek komkujî bi ser me de hatin. Hemû jî li ser destê osmaniyan bûn. Armanc jî qirkirina êzidiyan e.”

Leyla Îbrahîm da xuyakirin ku civaka Êzîdî civakeke aştîxwaz e, bi pêkhateyên din re mîna bira dijîn, neheqiyê li kesekî nakin. Digel wê jî her tim bûne hedefa dijminan di sêrî de dagîrkerên Tirkan.

Li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên revandî, Komîteya Rizgarkirina Jinên Êzîdî hat avakirin. Li ser wî bingehî, bi dehan jin ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), YPG, YPJ’ê ve di pêngavên rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ`ê de hatin rizgarkirin.

“HIKUMETA IRAQÊ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DERBARÊ RIZGARKIRINA JINÊN REVANDÎ DE NE DURIST IN”

9`ê Cotemeha 2020`an bê girtina nêrîna şêniyên Şingalê, hikumeta Bexdayê û PDK’ê ragihandin ku têkildarî birêvebirina Şingalê bi alîkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) gihatine lihevkirinê.

Derbarê vê yekê de Leyla Îbrahîm wiha got : “Êzîdî hê ew komkujiyên ku li dijî wê ji aliyên dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hatine, ji bîr nekirine. Li şûna ku alîkariya Êzîdiyan bikin, hikumeta Iraqê û başûrê Kurdistanê li ser hesabê Şingaliyan peymanan imze dikin.”

Leyla Îbrahîm got, divê nêrîna şêniyên Şingalê di ber çavan re were derbaskirin ne ku werin paşguhkirin.

Leyla Îbrahîm di dawiyê de banga rizgarkirina jinên Êzîdî yên revandî kir û got, “Mixabin xuya ye rewşa jinên Êzîdî yên revandî ji bo hikumeta Iraq û başûrê Kurdistanê ne girîng e. Ji ber wê di hewldana rizgarkirina jinên revandî de ne cidî ne.”

ANHA