Rojnameya Ronahî

Koordînasyona Kongreya Star dayîka Uweyş bîr anî

Koordînasyona Kongreya Star dayîka rêber Abdullah Ocalan di salvegera wefata wê de bîr anî.

Roja 11ê Nîsanê salvegera 28‘an ya salvegera wefata dayîka rêber Abdullah Ocalan bû. Bi wê pêmanê Koordînasyona Kongreya Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongreya Star di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Dayîka Uweyş mînaka jina bihêz e ku serî ji zilmê re dananî. Zarokên xwe li ser vî esasî xwedî kirin. Ji me re mînaka serbilindiyê ye. Lewre riya ber bi azadiyê ve ji me re ronî kir. Ew bû ku rêberê mezin anî dinyayê, xwedî kir, mezin kir ku bi saya wî em bi azadî dijîn.

Rêber Abdullah Ocalan dayîka xwe weke xwedawendekê pênase kiriye. Em serfiraziya xwe tînin ziman ku kesayetek ku têkoşîna rizgariya Kurdistan û cîhanê bi rê ve dibe, anî dinyayê.

Rêber Abdullah Ocalan ji hêza dayîka xwe sûd girt û ji xwe re kir çavkaniya hêza şoreşa jinan ku ji bo wê tê dikoşe.

Dayîk mamoste, perwerdekar û rewşenbîr e. Ji ber wê dema rêber Abdullah Ocalan behsa jiyana xwe dike kesayeta dayîka xwe bîr tîne û di kesayeta dayîka xwe de kesayeta jina bihêz û rêveber şîrove dike.

Em Koordînasyona Kongreya Star dayîka Uweyş û tevayiya dayîkên aştiyê bîr tînin û rehmet li giyanê wan be. Wan rêberên ku bi saya wan jin û gelên herêmê hatin rizgarkirin, anîn dinyayê.”

ANHA