Rojnameya Ronahî

QSD: Idîaya Wezareta Parastinê ya dewleta tirkî ne rast e

QSD’ê diyar kir ku idîaya Wezareta Parastinê ya dewleta tirkî ya têkildarî şehîdbûna 3 şervanên QSD’ê derew e.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, li ser hesabê xwe yê Twitterê têkildarî idîaya Wezareta Parastinê ya dewleta tirkî ya dagîrker agahî dan û diyar kir ku idîaya dewleta tirkî ya ku 3 şervanên QSD’ê hatine şehîdkirin, ne rast e.

QSD’ê ev agahî da: “Roja 10’ê Nîsanê, li ser hesabê Twitterê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyê nûçeyek hat belavkirin ku 3 şervanên me hatine şehîdxistin. Ev nûçe ne rast e.”