Rojnameya Ronahî

Li seranserê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê qedexeya 10 rojan hat ragihandin

Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya giştî li seranserê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand. Qedexe 10 roj in û wê roja Şemiyê dest pê bike.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê qedexeya derketina derve ya giştî li seranserê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji ber xetera vîrûsa Korona (Covid-19) û ji bo rêgirtina li pêşiya wê û parastina berjewendiyên giştî, Meclisa Rêveber ya bakur û rojhilatê Sûriyê ev biryar dane:

1-Li seranserê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve ya giştî heta 10 rojan wê dewam bike. Qedexe roja Sêşemê 13/04/2021’an dest pê dike û heta roja Pêncşemê 22/04/2021’an dewam dike.

2-Tevayiya deriyên sînor ji bilî rewşên mirovî, nexweş, xwendekar û tevgera bazirganiyê girtî dimînin.

3-Qedexe ne ji bo dikanên firotina madeyên xwarinê û sebzeyan e, lê divê ji saet 8’ê Sibehan heta 5’ê êvarê vekirî bin.

4-Di dema qedexeyê de tevgera çûnhatinê ya cotkar û karkeran ya ji bo karê xwe tê hêsankirin bi şertê ku tedbîrên xweparastinê yên tenduristiyê û dûrketina civakî pêk bînin.

5-(Tevahî nexweşxane, dermanxane, rêxistinên mirovî, ragihandin, firûn, stasyonên firotina sotemeniyê) ne di nav qedexeyê de ne. Xwaringeh dikarin tenê daxwaziyên derve bi cih bînin.

6-Di dirêjahiya dema qedexeyê de, ji bilî daîreyên ku pêwîstiyên ku bi domandina kar heye, xebatên tevahî sazî û daîreyên girêdayî Rêveberiya Xweser tên sekinandin.

7-Divê tevahî welatî rêgezên xweparastina tenduristiyê û dûrketina ji hev pêk bînin û maskan bi kar bînin.

8-Ev biryar her kesî eleqedar dikin.”

ANHA