Rojnameya Ronahî

Li Şêrawa ji ber mayîna çeteyan 2 zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn

Li derdora gundê Mezin yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagîrkirî ji ber teqîna mayînên çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker du zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.

Li gundê Mezin yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê mayîneke ku çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker çandibûn, bi 4 zarokan de teqiya. Her 4 zarok kurmamên hev in. Di encamê de du zarokan jiyana xwe ji dest da û 2 jî bi giranî birîndar bûn.

Zarok ji bo nexweşxaneya Avrîn ya navçeya Fafînê ya Şehba hatin veguhêstin.

Li gorî agahiyên ku rêveberiya nexweşxaneyê dane ANHA’yê, navên zarokên ku jiyana xwe ji dest da Azad Îbrahîm Hisên (12), Dilyar Hemo Hisên (11). Zarokên birîndar; Hisên Îbrahîm Hisên (10) Nesrîn Mihemed Hisên (16).

ANHA