Rojnameya Ronahî

HPG’ê li dijî qereqoleke artêşa tirkî çalakiyeke hewayî kir

HPG’ê diyar kir ku Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal ji hewa ve li qereqola Girê ya navçeya Çelê ya Colemêrgê daye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîlayan û êrişên artêşa tirkî ya dagîrker daxuyaniyeke nivîskî da. HPG’ê di daxuyaniyê ev agahî dan:

“Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de di 8’ê Nîsanê de danê êvarê bi wesaitên hewayî li qereqola Girê ya li Çelêya Colemêrgê dane. Bi wesaitên hewayî li dagîrkerên li vê derê û li hedefan hat xistin.

Dewleta tirkî ya dagîrker li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî kirine.

Di 8’ê Nîsanê de saet di 14.00’an de derdora gundê Bêbadê ya herêma Garê hatiye bombekirin. Di vê bombebaranê de xisar gihiştiye bax û baxçeyên gundiyan.

Di 8’ê Nîsanê de saet di 15.15’an de qada Karker a Zapê hatiye bomberdûmankirin.

Di 9’ê Nîsanê de qada Tepê Ortê ya Metîna hatiye bombekirin.

Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”