Rojnameya Ronahî

Çeteyên El-Hemzat 4 sivîlên ji gundê Basûtê yê Şêrawa revandin

Çavkaniyeke ji navçeya Şêrawa ya Efrînê ragihand ku çeteyên navê “Erkên Taybet” li xwe dikin yên girêdayî Furqeya El-Hemzat, cara duduyan 4 sîvîlên gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa revandin.

Li gorî çavkaniyê, çeteyan bi serkêşiya serçete Ebdu Osman, sîvîlên bi navê Betal Fethî (42), Hisên Omer Elûş (22), Şêro Mihemed Xelîl (23) û Xelîl Mihemed Elî (21) bi hincetên bêbingeh revandin.

Li gorî heman çavkaniyê, kesên hatîn revandin, birine zindana çeteyan ya li gundê Ebdelo yê navçeya Şêrawa ya Efrînê. Hêjayî gotinê ye ku heman kes berê jî ji aliyê wê koma çeteyan ve hatibûn revandin.

Çavkaniyê herwiha da zanîn ku çeteyên Koma El-Hemzat ya girêdayî artêşa tirkî ya dagîrker li gundê Basûtê ji 8`ê Nîsanê ve hemleyeke revandinê ya berfireh dane destpêkirin.

Li kantona Efrînê ya dagîrkirî bi awayekî domdar bûyerên kuştin, revandin û xwestina fidyeyê, herwiha dizî, talan, şewitandina darên zeytûnan û roxandina cihên dîrokî, li gel bêdengiya civakan navneteweyî pêk tên.

ANHA