Çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker 2 welatiyên gundê Ziyaretê yê Efrînê ji Ezazê revandin
Li gorî agahiyên ketîn destê me, çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên girêdayî dewleta tirkî ya dagîrker 2 welatiyên gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ku li Ezazê bûn, revandine.
Navên kesên hatî revandin yek Mahir Xalid Oso (20) û yê din jî Mistefa Ebas El-Ehmed (22) e.
Heta niha çarenûsa her du kesan ne diyar e.
ANHA