Rojnameya Ronahî

Desteya Tenduristiyê: Rojane nexweşên korona zêde dibin

Darîn Silê/Qamişlo

Ji ber berlavbûna vîrûsa korona û xetera wê, îro saet 11an Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Suriyê, li Navenda Têkîliyên Derve daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa da zanîn ku nexweşên korona rojane zêde dibin, gelek ji wan jî jiyana xwe ji dest didin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî, bi taybetî Rêxistina Tenduristiyê kir, ku alîkariyê bidin hêrêmên bakur û rojhilatê Suriyê da ku nexweşî zêdetir nebe.