Rojnameya Ronahî

Li Metîna û Bagokê 7 gerîla şehîd bûn

HPG’ê ragihand ku li Metîna 5’ê Nîsanê gerîlayek û 29’ê Adarê li herêma Bagokê ya Mêrdînê jî 6 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li Bagokê di operasyona leşkerî û bombebarana 2 rojan de 6 gerîla şehîd bûne. Herwiha 5’ê Nîsanê jî gerîlayek li herêma Metîna di bombebaranê de şehîd bûye.

HPG’ê di daxuyaniyê de ev agahî dan: “29’ê Adarê li qada Kela Şehîdan ya herêma Bagokê ya eyaleta Mêrdînê, li dijî komek hevriyên me, artêşa tirkî ya dagîrker dest bi operasyonê kir. Dagîrkeran bi balafirên şer sê saetan bombe li qadê barandin û pişt re bi helîkopteran qad bombe kirin, leşker danîn herêmê. Di vê operasyona ku du rojan dewam kirî de, hevriyên me Hewram, Rustem, Egîd, Rêber û Serhed û welatparêzekî me yê bi navê Hakî di şer û bombebaranê de şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya şehîdên me piştî ku eşkere bûn wê bi gelê me û raya giştî re bên parvekirin.”

HPG’ê ragihand ku 5’ê Nîsanê li qada Tepê Ortê yê herêma Metîna di encama bombebaranê de gerîlayek şehîd bû. Nasnameya gerîlayê şehîd wiah ye:

Nasnav: Mervan Gabar. Nav û paşnav: Yûnis Ozata. Cihê jidayikbûnê: Qereyazî. Dayik û bav: Şerefnaz-Seyît Batal. Dem û cihê şehadetê: 5’ê Nîsana 2021 / Metîna

HPG’ê ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.