Rojnameya Ronahî

​​​​​​​KONGRA-GEL: Rûyê rast yê Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropa dîsa eşkere bû

KONGRA-GEL têkildarî serdana rayedarên Yekîtiya Ewropa ya Tirkiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku sûcên li dijî mafên mirovan yên li Tirkiyê ne li xema Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa ne. Berjewendiyên wan di ser her tiştî re ne û vê, rûyê rast yê wan dîsa raxist ber çavan.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand û bal kişand ser serdana seroka Komisyona Yekîtiya Ewropa (YE) Ursula von der Leyen û serokê Konseya Ewropa Charles Michel ya Tirkiyê.

KONGRA-GEL di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Weke ku di daxuyaniyan de jî hat dîtin, li Tirkiyê mafên mirovan, demokrasî, qeyûm, pirsgirêka kurdî, doza girtina HDP’ê, daxwaziya bêdengkirina muxalefetê, vekişîna ji Peymana Stenbolê, komkujiyên jinan, xizanî, xwekuştin, bi dehhezaran girtiyên siyasî ne li xema Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa ne. Berjewendiyên aboriyê yên her du aliyan di ser her tiştî re ne û vê, rûyê rast yê Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa careke din raxistiye ber çavan.

Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa, binpêkirina pîvanên demokrasiyê û mafên mirovan yên gerdûnî ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve, polîtîkayên wê yên li dijî mûxalîfan û bi taybetî jî li dijî Kurdan ji nedîtî ve hatiye. Ev toleransa mezin ya ku nîşanî Erdogan dane, sedema bingehî ya dewamkirina şerê taybet yê AKP-MHP’ê yê li dijî Kurdan e. Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewropa bi vî rengî bûne hevparên sûcên tifaqa AKP-MHP’ê.

CPT di rapora xwe ya berî niha de ya li ser Îmralî ragihandibû ku binpêkirinên mafên mirovan yên giran hene. CPT tevî ku 11-25’ê Çileya 2021’î serdana Tirkiyê kir neçû girava Îmralî û pirsgirêkên di rapora xwe de ragihandîn kontrol nekirin. Ev jî polîtîkaya durû ya Konseya Ewropa ya li ser pirsgirêka Kurd nîşan dide.

Yekîtiya Ewropa bi bêdengiya li pêşberî dagîrkeriya dewleta tirkî ya li Efrînê bûye hevpara sûcên li Efrînê yên guhertina demografiyê, destavêtin, komkujî, revandin û kuştina mirovan, firotina jinên revandî li Qeter û welatên din yên erebî.”