Rojnameya Ronahî

Di ser Tewlo re 29 sal derbas bûn

Beriya Pîne ji sedî sed bi Kurdî bigihîje ber destê xwînerên xwe, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê sala 9’ê Nisana 1992’yan “kovara bi esil” Tewlo li meydana mîzaha Kurdî bi ji sedî qederê 20 bi Kurdî, silav li xwendevanên Kurdî kir. Mijarên wê yên bi Tirkî jî li ser Bakurê Kurdistanê û mêhtingeriya dewleta Tirk bûn. Di nava nivîskarên wê yên mîzaha bi Kurdî de Mûsa Anter jî hebû. Kovara heftane bi temamî 13 hejmar derxistin.

Xelîl Ziravav -Halil Incesu- berpirsê mîzahê yê kovarê bû. Kovarê heta 2’yê Tîrmehê 13 hejmar derxistin. Di kovarê de ji bilî Xelîl Ziravav, Musa Anter, Îsmaîl Beşîkçî, Dogan Guzel, Saydoş Xirabxoş, Can Baytak, Selim Canhiraş, Burcu Durusu û Luis Garcia jî xêz kir yan jî nivîsîn.

Lê Tewlo temen kurt ma. Ji ber wê em nizanin ka wê yê berê xwe bêhtir bida Kurdî yan na. Diyar bû pirraniya xêzker û nivîskarên wê bi Kurdî nekarîn binivîsînin. Bi hejmara xwe ya 13’an a 2’yê Tîrmeha 1992’yê weşana wê bi dawî bû. Sedema sereke malî bû. Piştî Tewlo bi salan wê Pîneyê sala 1999’an dest bi weşana xwe bikira û 36 hejmar derxista. Xelîl Ziravav û Dogan Guzel jî dîsa di nava kadroya wê de bûn. Axir Tewlo bi her halî ji bo Bakurê Kurdistanê bû destpêka mîzaha çapkirî ya bi Kurdî.

Yeni ozgur polîtîka