Rojnameya Ronahî

Desteya Tenduristiyê: Divê gelê me li gorî tedbîrên xweparastina ji koronayê tev bigere

Berdevka fermî ya Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Rojîn Ehmed bang li welatiyan kir ku tedbîrên xweparastina ji vîrûsa korona pêk bînin. Herwiha da zanîn ku pêla sisiyan ya vîrusê bixeter e û bilez belav dibe.

Ji ber pirbûna pêketiyên vîrûsa Korona Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ya giştî li ser Qamişlo, Hesekê û Reqa danî. Herwiha qedexeya beşî jî li tevayiya herêmên din danî û ji 6’ê Nîsanê ve vê biryarê dest pê kiriye.

Têkildarî qedexeyê berdevka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Rojîn Ehmed ev agahî dan: “Di vê dema dawî de, bîlançoya pêketî û miriyên vîrûsa Korona zêde dibin. LI Qamişlo rojê 80 kes pê diketin û gelek jî dimirin. Desteya Tenduristiyê ji bo pêşî li belavbûna vîrûsê bigire, careke din qedexeya derketina derve danî.”

Rojîn Ehmed axaftina xwe wiha domand: “Sedema ku careke din vîrûs li herêmê belav bûye, derketina pêla sisiyan ya vîrusa Korona, xetera wê û lezbûna belavbûna wê di navbera çîna ciwan de ye.”

Rojîn Ehmed derbarê dema qedexeyê de, ev agahî da: “Biryar, wê li gorî kesên ku rojane pê dikevin were standin. Lê belê eger jimara nexweşan zêde bibe, wê yekser Şaneya Aloziyê dema qedexeyê dirêj bike û tedbîrên guncaw bigire.”

Li herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê jimara giştî ya pêketiyên vîrûsa Korona 10 hezar û 404 e, jê 389 mirine û hezar 327 baş bûne.

ANHA