Rojnameya Ronahî

“BI TÊKOŞÎNA XWE EMÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNIN”

Darîn Silê/Qamişlo

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso: tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan tê kirin, li ser tevayiya gelan e.

Xerîp Hiso bi bîr anî ku Rêber Apo jî dibêje ‘bi milyonan insan di nava tecrîdê de jiyan dikin’ û wiha pêda çû; “Ji ber vê jî em tev di tecrîdê de ne. Ji bo ku em karibin vê tecrîdê bişkînin têkoşîn û rêxistikirin pêwîst e.”

Xerîb Hiso banga xurtkirina têkoşînê kir û got; “Divê em bi têkoşîna xwe faşîzmê bişkînin, çimkî roxandina faşîzmê roxandin tecrîdê ye. Aloziyên ku rojhilata navîn têde jiyan dike, tecrîda herî giran e. Dewletên desthiladar ji bo ku berjewendiyên xwe li ser xaka me pêk bînin, civak ji civakbûnê, mirov ji mirovatîyê dûr xistine  û heskirina ax, welat û xwezayê ji dilê mirovan qut kirine. Herwiha Ji bo berjewendiyên xwe siyaseteke qirêj didin meşandin. Dewletên navneteweyî di tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî de şirîkin. Mafê her kesê di zindanê de heye ku hevdîtin û têkîliyên xwe bi yên derve re bike.”

“EMÊ RÊBERÊ XWE JI TECRÎDÊ AZAD BIKIN”

Xerîb da zanîn ku gelê kurd bi hêz û baweriyên rêber Apo jiyan dikin û axaftina xwe wiha dewam kir; “Rêber Apo civakak bi hêz ava kir. Gavên ku rêber Apo bi berxwedan dest pê kirin, emê berdewam bikin. Fikir û ramanê Rêbertî ne tenê di nava gelê kurd de, di nava tevayiya pêkhateyan de belav bûye. Gelê kurd, îro roj bi roj bi hêza rêbertî û bi xwîna şehîdan gavên mezin avêtine û di nava cîhanê de bûye xwedî hêz. Ji bo wê wek gelê kurd divê em li reberê xwe xwedî derkevin û bi têkoşînê rêberê xwe azad bikin. Çawa ku rêber Apo me ji tariyê anî ronayiyê, emê jî wî ji tecrîdê azad bikin. Da ku em jiyaneke azad bi rêber Apo re jiyan bikin.”

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso da xuyakirin ku dewleta tirkî ne tenê rêber Apo, gelê kurd hedef digre û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “dewleta tirkî dizwaze gel û rêbertî ji hev qut bike, çimkî baş dizane ku rêbertî hêzeke mezin daye kurdan. Lê ti caran em ji rêberê xwe qut nabin. Rêbertî bandorekî xwe yê mezin li ser civakê heye, bi taybetî civaka kurd. Dewleta tirkî hemî hewildanên xwe bi kar tîne ji bo ku hêza kurdan lewaz bike. Bi ramanê rêber Apo şoreşek hatiye lidarxistin û ev sores wê dewam bike.”