Rojnameya Ronahî

 REWŞA ROJNAMEVAÊN BEHDÎNAN DI ZINADANÊN PDKÊ DE

Serbest EHMED/Qamişlo

Tirmehê 2020an, ji ber qeyrana(kirîz) aborî li başurê Kurdistanê, çalakî li dijî PDKê hatin lidarxistin. PDKê bi hêzeke leşkerî êrişî çalakiyan kir û bi sedan çalakvan destgîr kirin. 16ê Sibatê, bi biryara dadgeha Hewlêrê, cezayê 6 salan li ser 5 rojnamevan û çalakvanên Bahdînan hat birîn. Li hemberî vê biryarê jî dîsa gel bi çalekiyan nerazîbûna xwe nîşan dide.

Têkildarî kiryarên PDKê yên li dijî zagonên mafê mirovan, çalakvan Dîfa Herkî axivî û got; “Heta niha mafê serdanê ne dane malbat û parêzerên girtiyan. Derheqê wan de, tenê  ji Komîteya Mafê Mirovan ya parlemanê başurê Kurdistanê ve agahî  hatine girtin.”

 

REWŞA DAWÎ YA ZINDANÊ

Dîfa Herkî bal kişand ser şertûmercên girtiyan û wiha pêde çû; “Komîteya Mafê Mirovan rewşa wan ya li zindanê şopandibû û diyar kirbû ku 130 kes li hundirê yek odeyê de jiyan dikin, şertûmercên girtîgehê pir xirab in, ev yek bûye sedema têkçûna tenduristiya wan.”

Dîfa Herkî herwiha ev nirxandin kir: “PDKê rê nade ku li gel wan hevdîtin di çarçoveya mafê girtiyan de bên kirin. Di zindana Hewlêrê de Li dijî wan şereke derûnî tê kirin û pêwistiyên jiyanî ji wan re nayên pêşkêşkirin. Ev kiryar dermirovî ne, xeterê li ser jiyana wan çêdike.”

 

ROJNEMVAN DENGÊ GELÊ XWE NE  

Herkî derbarê armanca PDKê de wiha got; “PDKê dixwaze rastiyan veşêre. Rastî ewe ku Hikumeta Başûr li dijî gelê herêmê tevdigere; Mûçeyên karmendên xwe nade, kesên ku hewl didin gendeliyê eşkera bikin, rastî kiriyarên wan yên dermirovî tên. Dixwaze gel bi destgîrkirinê bitirsîne. Ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj biparêze, amedeye li hember gel şêwaza ne mirovî bi kar bîne. Niha di zindanê de 75 çalakvan li benda biryara dadgehê ne. Ez jî yek ji wan kesa me ku biryara girtina min derketiye. Ji ber wê ez ji herêmên di bin kontrola PDKê de derketime. Karê rojnamevanan jî ewe ku van rastiyan eşkere bikin. Rojnamevanan destgîr dikin ta ku kiryarên wan yên li dijî gel, veşartî bimînin.

PDKÊ ŞÊWAZÊN DAGîRKERAN BI KAR TÎNE

Dîfa Herkî da zanîn ku, ew bi parêzer, çalakvan û rêxistinên mafên mirovan yên navneteweyî de, di têkiliya de ne û kiryarên PDKê ji cîhanê re, bi belge nîşan dikin û wiha bi dawî kirin; “Parêzerê çalekvan û rojnemevana, biryara Dadgeha Hewlêrê red kiriye û li Dadgeha Bilind ya Giliyan, dosiya vekiriye. Hêviya me ewe ku biryara Dadgeha Hewlêrê were hilweşandin û rojnamevan azad bibin. Kiryarên PDKê yên li dijî gelê başûr, kiryarên dagîrkeran e. Îran û Tirkiyê jî li dijî çalakvanên kurd heman sûcan dikin.”