Rojnameya Ronahî

Saziyên Fransayê: PKK’ê ji lîsteya terorê derxin

27 partî, komele, tevger û saziyên Fransa daxuyaniyeke hevpar dan û bang li hikumeta Fransa kirin ku PKK ji lîsteya terorê derxin û zordariya li ser Kurdan bi dawî bikin.

Gelek partiyên çep û sendîka, tevgerên siyasî, komele û komên dostayiya bi Kurdan re jî di navê de 27 saziyan bi sernavê “Divê bêwijdaniya li Fransa ya li dijî Kurdan bi dawî bibe” daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di demekê de ku Yekîtiya Ewropa rewşa Tirkiyeyê meha Hezîranê xist bin kontrolê, hefteyên derbasbûyî li dijî saziyên Kurdan yên li Fransa serdegirtin hatin kirin û hat gotin, ev rewşeke sosret e. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku operasyonên ku gelek endamên saziyên Kurdan hatin destgîrkirin, di demekê de hat kirin ku Erdogan bi her awayî mafên mirovan û azadiyê binpê dike. Herwiha hat bîrxistin ku di vê demê de rejima Erdogan hewl dide HDP’ê ya ku dengê 6 milyon kesî girtiye qedexe bike.

Di daxuyaniyê de hat bîrxistin ku Kurdan li Rojava tevî Fransa bi welatên din yên koalisyona navneteweyî re li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke meşandine, lê belê îro li dijî wan helwesteke neyînî heye.

BILA PKK JI LÎSTEYA TERORÊ BÊ DERXISTIN

Saziyên Fransayê diyar kirin ku di heman demê de li girtîgehên Tirkiyê bi hezaran girtiyên siyasî bi sûcdariya ‘terorîzmê’ tên girtIn û ji bo PKK’ê bang li Yekîtiya Ewropa û Fransa kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dem hatiye ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin” biryara Dîwana Edaletê ya Ewropa hat bibîrxistin ku 15’ê Mijdara 2018’an qedexeya li ser PKK’ê hiqûqî nedîtiye. Saziyan hişyarî dan ku Ewropa û Fransa xwe bi vî rengî li pêşberî qanûnan dixIN pozisyoneke derveyî hiqûqê.

Saziyan xwest dawî li şopandina Kurdên li Ewropa û Fransa bê anîn û êdî nebin hevparê polîtîkayên rejima Erdogan. Di daxuyaniyê de herî dawî bang hat kirin ku nirxên mirovî beriya her tiştî bin û dawî li tundî û bêedaletiyê bê anîn.

ANHA