Rojnameya Ronahî

Ukrayna di navbêra Nala Rûsan û Bizmara Tirkiyê de….

Ednan Mustafa (JI NÊZ VE)

Ne dûr e ku mirov bêje buyerên li seranserê Rojhilata Navîn tên jiyankirin, ji buyerên din yên cihanê qut in. Lewra dema em rewşa Rojava û Bakurê Sûrî binirxînin, divê em behsa hêzên navnetewî bikin. Di vê çarçoveyê de, ne şaşe ku em bêjin êrîşên duh li ser navenda Efrîna dagirkirî û lêdana balafirên Rûsî yên li gundewarê Idlibê girêdayî kirîza Ukrayna ne.

Li Herêma Efrîna dagirkirî û Idlibê tevgereke ne normal ya balafirên Şer heye. Li gor agahiyên ji herêmê tên û li gor malperên ser bi çeteyên Tirk ve balafirên li asîmana Efrîn û Idlibê yên Rûsiya yê ne. Di heman demê de malper û Steyên ser bi rêjîma Sûrî ve behsa derbasbûna balafirên şer û bêpîlot yên dagirkeriya Tirk li ser sînorê Efrîn û Şehab dikin. Bi vê mijarê ve girêdayî ev çend roji li malperên Çeteyên Tirk(artêşa azad) li beranberî 1000 Dolarî deng û bangawaziyên ji bo çûna şerê Ukrayna tê kirin.

 

Ukrayna di salên dawî de bi baldariyeke mezin têkiliyên xwe û Tirkiyê dişopîne. Bi taybet piştî 2014an ku Rûsiya herêma Kirimê ya Ukrayna desteser kir, hîn zêde Ukrayna ket nav hewldana pêşxistina têkiliyan bi Tirkiyê re.

Di vê çarçoveyê de hevkariya di navbera Tirkiyê û Ukrayna de asta du welatên cîran yên hêrêm derbaskiriye. Çawa Tirkiyê li Ezerbeycan, Qibris û Başûrê Kurdistanê weke herêmeke ya xwe dinêre, wisa li Ukrayna jî dinêre. Ji ber vê yekê ne tiştekî Sûsrete ku Tirkiyê çeteyên bi kirê yên li Sûriyê bişîne Ukrayna bi navê parastina umeta îslamê. Helebet ev têkiliya Tirkiyê ne têkiliyeke rojane û bercewendiyên demkî ne. Di navbêra herdu welatan de, hevkariyek Aborî, Leşkerî û Parastinê vedigre demeke kevin. Lê ji ber bercewendiyên herdu aliyan û bi taybet Tirkiyê divê demê de ev hevkarî lezkir û piştgiriya ji Ukrayna re nîşan da. Sedema vê yekê vedigere têkliyên di navbera Rûsiya û Tirkiyê yên di van demên dawiyê de bi aloz. Bi taybet rawastandina bernameya S400 ji aliyê Tirkiyê de û girêka Idlibê bi piştgiriya AKP ê û MHP’ê ji komên tundrew re, hesabê Rûsiya yên li Sûriyê serûbinî kir. Lewra Tirkiyê dixwezê qezencên xwe yên li Sûriyê û zerara xwe ya S400 bi aloziya li Ukrayna mayende bike û helwesta Rûsiya di serî de li cimhuriyetên Suveyta kevin lewaz bike û di qada navnetewî de Rûsiya bê hewlest bihêle. Tirkiyê bi vê polîtikaya xwe, weke meymonê li ser sê kêndiran dilîze, hem xwe ji berçavên raya giştî paqij û piştgirê mirovahiyî derbixîne, hem jî zexteke siyasî û diplomatî li ser Rûsiya bimeşîne. Weke ku alikariya gelê Ukranî dike, Muslimanên li Ukrayna di xeteriyê de û bi hawara wê ve diçe nişan dide.

Di vê çarçovê de, di rojên pêş de, ji Ukrayna bêhtir wê nakokiyên Rûs û Tirkî li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê zêde derkevin pêş. Şer û pevçûn li herêmên weke Idlib, Bab û xeta Ezaz wê zêde bibe. Çareserkirina aloziya herêmên dagirkirî, li ser du bazaran di navbera herdu aliyan de angu Rûs- Tirkî radiweste. Tirkiyê, Ukrayna ji tasrifa Rûsiya re bihêle, li hember vê yekê jî Rûs hewldanên êrîşan li ser Idlib bide seknadin û rê nede Hêzên Rizgariya Efrînê ku çalakiyan li Efrîna dagirkirî pêş bixe.