Rojnameya Ronahî

Qebîleya Fedan li dijî êrişên dewleta tirkî banga hevgirtinê kir

Têkildarî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmê û rêbazên rabûna li hemberî van êrişan, şêx û rûspiyên qebîleya Fedan ya Ereb li Eyn Îsa civiyan.

Civîn li gundê Hedla yê 20 km. li rojavayê navçeya Eyn Îsa bi beşdarbûna bi dehan şêx û rûspiyên eşîra Fedan, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan ya PYD’ê ya kantona Girê Spî Mistefa Muslim, Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid û Hevserokê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef hat lidarxistin.

Civîn bi axaftina Hevserokê  Nivîsgeha Têkiliyan ya PYD’ê Mistefa Muslim dest pê kir. Muslim got,  gelek mijar hene divê em li ser bisekinin û her tişta girêdayî herêmê, di serî de êrişên ser herêmê ne.”

Mistefa Muslim bal kişand ser pêşdîtinên rêber Abdullah Ocalan yên derbarê şoreşên gelan de û got, sala 2004’an, rêber Abdullah Ocalan gotibû wê şoreşên gel li dar bikevin. Berî 2020’an bihara ereban dest pê kir ku bû şoreşa tevayiya gelên herêmê.”

Muslim got, di şoreşa  Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi saya hevgirtina pêkhateyan û şopandina xeta neteweya demokratîk û biratiyan gelan gelek destkeftî bi dest xistin.

Beşdaran li ser geşedanên li herêmê û navçeya Eyn Îsa bi taybetî nêrînên xwe parve kirin. Piraniya şêx û rûspiyan banga hevgirtinê li hemberî êrişên li ser herêmê kirin.

Li ser mijarê, Berdevkê Fermî yê Meclisa Şêwirî ya Qebîleya Fedan Teysîr El-Efat axivî û got, ev civîn ji bo qebîle û herêmê û ji bo biratiya gelan e. Em li vir in da ku bi rêveberiya heyî ya li herêmê re koordîne bikin. Emê li ser êrişên li dijî herêmê nîqaş bikin. Lewre rewş me hemûyan eleqedar dike. Em êrişên dewleta tirkî yan dewleteke din li ser herêmên me red dikin.

ANHA