Rojnameya Ronahî

Li Nexweşxaneya Kobanê neştergeriya yekê ya dil

Piştî 5 rojan ya vekirina beşa neştergeriyên dil, roja Pêncşemê neştergeriya yekê ya dil li Nexweşxaneya Kobanê bi serkeftî çêbû.

Emeliyata dil ji jineke (54) ji Kobanê re bi çavdêriya bijîşkên pispor li beşa emeliyên dil (qestera) ya Nexweşxaneya Kobanê pêk hat û serkeftî bû.

Ji bo kêmkirina êşa nexweşan û lêçûnên tenduristiyê, Nexweşxaneya Kobanê cara yekê 3`yê Nîsanê bi piştgiriya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê beşa emeliyên dil vekir.

Têkildarî emeliya yekê Dr. Ehmed Ewnî Bozan diyar kir ku emelî serkeftî bû. Nêzî saetek û nîvê dewam kir û bi çavdêriya kadroyên tenduristiyê yên wê beşê pêk hat.

Dr. Ewnî da zanîn ku rewşa nexweş baş e û wê 24 saetan di bin çavdêriyê de bimîne.

Di beşa emeliyên dil de 4 bijîşkên nexweşiyên dil yên pispor û 10 hemşîre û alîkar dixebitin.

Kurê jina emeliya wê bûyî Ehmed Mistefa spasiya rêveberiya Nexweşxaneya Kobanê kir û got, nexweşxaneyê em ji zehmetiya rêwîtiyê xilas kirin û lêçûna emeliyê jî sivik kiriye.

Hêjayî gotinê ye ku emelî bi nîvê bihahê emeliyên li nexweşxaneyên din yên bakur û rojhilatê Sûriyê ne.

Berî vekirina beşa emeliyên dil li Kobanê, nexweşan ji bo çêkirina emeliyan berê xwe dida herêmên din yên bakur û rojhilatê Sûriyê û ji ber wê pereyên zêde xerc dikirin û gelek zehmetî di rê de dikişandin.

ANHA