Rojnameya Ronahî

Şertên hilbijartina şanoyên serkeftî yên Mihrîcana Yekta Herekol

Endama komîteya biryardayînê ya Mihrîcana Yekta Herekol da xuyakirin ku komîte wê lîstikên serkeftî li gorî pîvanên hunerî hilbijêre ku divê navarok zelal be û peyameke ku rewşa li ser erdê temsîl dike, tê de hebe.

Mihrîcana 5an ya Yekta Herekol li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li bajarê Qamişlo ji 27`ê Adarê ve dewam dike. 27`ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê ye.

Desteya Çand û Hunerê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna şehîd û şanoger Yekta Herekol, mihrîcan bi rêxistin kir. Mihrîcanê heta 6`ê Nîsanê dewam kir.

Rojane şano hatin pêşkêşkirin. Di dawiya şanoyê de şopdar û rexnegir nêrînên xwe li ser şanoyê parve dikin. Di roja dawîn ya mihrîcanê de ji nava şanoyên hatine pêşkêşkirin, şanoyek ji aliyê komîteya biryardayînê ve hat hilbijartin.

Endama komîteya biryardayînê (jurî) ya Mihrîcana Yekta Herekol, Rîma Silêman ji ANHA`yê re diyar kiribû ku wê mîhrîcan 11 rojan dewam bike. Rîma da xuyakirin ku komîteya biryardayînê ya mîhrîcanê îsal ji 6 endaman pêk tê.

Rîma Silêman bal kişand ser rêgezên ku komîteya biryardayînê di hilbijartina şanoyên serkeftî de bi kar tîne û got: “Divê di şanoyê de navarokeke baş û peyamek hebe ku rastiyê temsîl dike.”

Rîma herwiha da zanîn ku pispor û akademîsyen cihê xwe di komîteya biryardayînê de digirin û erkê wan cudakirina şanoyên hatine pêşkêşkirin li gorî pîvanên hunerî ye.

XELAT

Rîma Silêman diyar kir ku di mihrîcanên berê de piraniya lîstikan biyanî bûn lê belê piraniya lîstikan îsal hatine amadekirin, bi zimanê kurdî ne.

Tê payîn ku şanoya herî baş, metna herî baş, lîstikvanê/a herî baş, senografiya herî baş û derhêrnerê/a herî baş bên xelatkirin.

ANHA