Rojnameya Ronahî

Keçên Xabûr

Hediya HISÊN/Qamişlo

Bê piştgiriyeke mezin û di rewşeke pir dijwar de, kulîlkên tîma Xabûr di dewriya 2020-2021ê de di Lîga Futbolê ya Jinên Sûrî de bi ser ketin.

Çima em jê re dibêjin mûcîze?

Tîma Xabûr di qonaxa yekê û duduyan de bi ser ket. Di nava heyvekê de jinên Xabûr heft maç lîstin. Ji ber ragihandina biryara qedexeya çûnhatinê sê caran li bakur û rojhilatê Sûrî, neçar man perwedeyê rawestînin. Tevî van zehmetiyan û bê ku ti kes piştgiriya wan bike jinên Xabûr di pêşbirka fotbolê ya Jinên Sûrî de di dewriya 2020-2021ê bi ser ketin.

Maça dawî

Jinên Xabûr bi jinên Himsê re li stada Jela ya paytexta Sûrî lîstin. Jinên Xabûr ji bo serkeftinê hewceyî xalekê ne. Di deqeya 36an de lîstikvan Aya Mûhamed golek avêt qela Himsê û bi vê qonaxa yekê bi dawî bû. Di qonaxa 2. di deqeya 89an de dîsa, Aya Mûhemed gola 2. ji bo tîma xwe tomar kir. Jinên Xabûr maç qezenc kirin û Lîga ji bo dewriya 2020-2021 bi dest xistin. Lîstikvana Xabûr “Aya Mûhemed” sifetê “golvana lîgê stand.

Rasterast bi rahênerê jinên Xabûr, Kaptan Dalîl Elbar “Raşo” re me têkilî danî. Destpêkê spasiya rojnameya me kir ku gav bi gav wan dişopîne û serkeftinê diyarî malbatên lîstikvanan û her kesê piştgiriya tîmê kir, bi taybetî serkeftin diyarî dayikên şehîdan kir.

Keça Kobanê, lîstikvan Feryal Ehmed jî rojnameya me re wiha got: “Li stadê em yek dil bûn û bi rêkûpêk em dilîstin. Ji ber wê em bi ser ketin”.

Feryar gazî rayedarên peywendîdar kir ku piştgiriya wan bikin û piştrast kir ku wan bi piştgiriyeke hindik leqeb bi dest xistin.

Rêvebera tîma Xabûr Minewer Murad, sedemên bidestxistina leqebê şîrove kir û wiha got: “ Vîn, biryar, kelecana lîstikvanan, karmendên teknîkê û rêveberiyê li pişta vê destkeftinê rawestiyan.”

Stêrkek gerdûnî

Li ezmanê futbola herêmî “Aya” paşrojeke hêviyê ye. Di vî temenê piçûk de berê xwe dide asta cîhanî. Ew keçeke Kurd e. Di sala 2006an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Di sala 2016an de tevlî tîma Qamişlo ya ku ji hêla Federasyona Werzîşê ve li herêma Cezîra lîsanskirî ye dest pê kir. Bi tîma Qamişlo re leqeba lîga salên 2017-2018 û xelata 2018-2019 li herêma Cezira stend. Ji rojnameya me re diyar kir ku ew serkeftinê diyarî malbata û  gelê Rojava dike.

Komek berxwedanê ku ji kadroyên teknîkî û rêveberiyê pêk  tê, gelek zext li wan hat kirin û di encamê de gihiştin serkeftin. Lîstikvan hêja ne ku em ji wan re bêjin stêrkên futbola Sûrî. Çimkî wan bi biryar, bawerî û israr di dîroka futbola Sûrî de navên xwe nivîsandin .

Neh tîm beşdarî lîgê bûn. Herwiha tîma Xabûr ya jinan di sala 2020an hatiye damezirandin. Piraniya lîstikvanan ji bajarê  Qamişlo û Girkê Legê ne.