Rojnameya Ronahî

“Darizandina Çîçek Kobanê” li dadgeha Tirkiyê sûc e”

Jiyan BOZO/Qamişlo

Piştî “darizandina” Çîçek Kobane (24.3.2021 li dadgeha dewleta tirkî ya dagîrker), li bakur û rojhilatê Sûrî narazîbûna gel û kesên hiqûqnas zêde bû. Hevseroka Yekîtiya Parêzeran ya bakur û rojhilatê Sûrî Ehlam Umer Salih diyar kir ku “Darizandina Çîçek Kobanê” li dadgeha Tirkiyê sûc e.

“FAŞÎZM Û TERORA WAN LI DIJÎ JINAN DERKETIYE ASTA HERÎ JOR”

Derbarê mijarê de hevseroka Yekîtiya Parêzeran ya bakur û rojhilatê Sûrî Ehlam Umer Salih wiha axivî: “Bi rastî sûcên deleta tirkî ya dagîrker yên dijî mafên mirovan pir zêde bûne. Di vê pêvajoyê de qanûn û beymanên navnetewî yên sala 1949 hatine ragihandin tev bi pê kirine. “Darezandina Çîçek Kobanê” li dadgeha Tirkiyê sûce. Çimkî dewleta tirkî û çeteyên wê Çîçek ji bakur û rojhilatê Sûrî revandin. Kesên ku dîl bûn girtin nayên darezandin. Ev yek li dijî peymana Cinêvê ya ku bingehê qanûnên naveteweyî ye li hêrêmêm ku şer li diqewime. Ji bo wê em parêze û kesên huqûqnas kiryarên dewleta tirkî qebûl nakin. Çimkî pêvan û protokolên navnetewyî yên mafên mirovan tecawî kir. ev yek hişmendiya dewleta tirkî ya ku dixwaze Împeratoriya Osmanî vegerîne dide diyarkirin. ji ber wê êrişê her tiştî dike û bi taybetî jinan.”

Ehlam Umer Salih nirxandinên xwe wiha domandin: “Kiryar û sûcên dewleta tirkî li dijî jinan her ku diçe zêde dibe. Vekişandina wê ji peymana Stenbolê Ev yek hişmendiya dewleta tirkî dide xuyakirin. Hişmendiya zilamê serdest ku her tim jinê piçûk dibîne dide diyarkirin. Kiryarên ku DAIŞê dikirin heman hişmendiya ku niha Tirkiyê dixwaze carekedin bi rê ve bibe. Faşzim û terora wan li dijî jinan derketiye asta herî jor.  Ev yek wê li bandoreke mezin cîhanê tevî bike. ji bo wê ya ku kir hedefa xwe piştî vekşandina ji peymanê Çîçek Kobanê bû.”

“LI DIJÎ GELÊ MIN SÛCÊ DIJMIROVÎ TÊN KIRIN”

Hevseroka Yekîtiya Parêzeran ya bakur û rojhilatê Sûrî Ehlam Umer Salih axaftina xwe bi van gotina bi dawî: “Bi navê Yekîtiya Parêzerên bakur û rojhilatê Sûrî banga me ji tevayî parêzer û huqûqnasên li seranserê cîhanê re heye, li dijî kiryarên dewleta tirkî ya dagîrker derkevin. Li dijî gelê min sûcê dijmirovî tên kirin ji ber wê banga min ji kesên azadîxwaz û bi taybatî huqûqnasên jin re jî heye, doza Çîçek Kobanê me jinan teva temsîl dike. ji bo wê divê em vê dozê bighînin dadgeha mafê mirovan da ku li dijî dewleta tirkî ya dagîrker derkevin û keça bakur û rojhilatê Sûrî azad bibe û vegere welatê xwe.”