Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin bi komînan tên cem hev

26/06/2018
in Uncategorized
A A
Jin bi komînan tên cem hev
Share on FacebookShare on Twitter

Jinên li Helebê li derdora komînan rêxistinkirina xwe pêşdixin. Jinên endamên komînan diyar kirin ku bi pêşxistina çand û xebatên komînan re ew civakeke nû ava dikin. Jinan wiha got, “Di heman demê de komîn ji bo me bûye cihê perwerdeyê. Jin li komînan xwe ji zênhiyeta paşverû yên civakî rizgar dikin.”

Gelek jinan bi rêya naskirina fikr û çandên azad û pêşxistina hişmendiya xwe û wergirtina perwerdeyên fikrî, karibûn xwe ji qeydên civakî yên paşverû ku li ser wan hatibûn ferzkirin, rizgar bikin.
Jinên taxa Şêxmeqsûd di xwe rizgarkirina ji zîhniyeta baviksalar û desthilatdar de ji destpêka aloziya Sûriyê ve pêşengî bi roleke pêşeng rabûn. Jin ji destpêka aloziya li bajarê Helebê ve beşdarî xebatên parastina taxên xwe bûn û saziyên xwe yên taybet ava kirin. Her wiha bi lehengî li dijî komên çete beşdarî berxwedanê bûn.
Şêrîn Elî bi temenê xwe 39 salî ye û yek ji jinên ku karibû cihê xwe di nava komîn û saziyên jinan de bigire, rola xwe di avakirina civaka xwe de îspat bike û her wiha diyar bike ku stûna sereke ya avakirina civakeke demokratîk jin in.
Şêrîn Elî beriya ku fikrên azadiya jinan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bike jiyana xwe bi bîr anî û diyar kir ku jin rêberên civakê ne û wiha got: “Min her tim xwe azad didît û baweriya min der barê mijara azadiya jinan de şaş bû”.
Şêrîn Elî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku li ser israra hevaleke wê ew beşdarî komîneke jinan bûye û piştre cihê xwe di rêveberiya komînê de girt û wiha dewam kir: “Di destpêkê de gelek astengî derbarê pênasekirina komînê de li pêşiya min derketin û ji bo min rola rasteqîn a komînê di civakê de ne zelal bû. Lê piştî çend mehan min rastiya komînê nas kir û min karibû bi rêya wê peywendiyê bi gelek jinan re bikim û wan beşdarî komînê bikim da ku ew jî karibin xwe bi rêxistin bikin.”
Şêrîn Elî dibêje ku wê felsefeya Rêber Ocalan di mêjiyê xwe de çandiye û di vê derbarê de wiha got: “Êdî min rola komînên jinan di birêxistinkirina jinan de nas kir da ku rastiya jinan derkeve holê. Girêdayî vê yekê min felsefeya Rêber Apo bêtir nas kir û ez beşdarî gelek perwerdeyên fikrî bûm û waneyên ku min di perwerdeyan de werdigirtin min di jiyana xwe de dimeşandin.” Şêrîn Elî destnîşan dike ku kesayeta wê bi awayekî berbiçav hatiye guhertin û ew di demên borî de ji berpirsyariyê ditirsiya, lê niha ew dikare serbest bi jinan re zîhniyeta şaş gotûbêj bike û felsefeya azadiya jinan bide naskirin.
Mewlûde Umer ya 42 salî endama Komîna Şehîd Sewsen e. Mewlûde Umer diyar kir ku wan bê hêvî jiyana xwe derbas dikir û wiha got: “Min rastiya xwe nas nedikir. Jiyana min tenê di çarçoveya malê û cîranan de bû û tenê xizmeta zarokan bû. Lê piştî ku ez beşdarî komînê bûm, min gelek jin nas kirin. Min dît ku ez di xewneke bêwate de bûm.”
Mewlûde Umer dibêje ku wê bi rêya komînê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê azadiya jinan de nas kiriye û wiha dewam kir: “Ez ji cîhanekê derbasî cîhaneke nû bûm. Êdî jiyana min bi wate bûye.”
Di dawiya axaftina xwe de Mewlûde Umer bang li hemû jinan kir ku beşdarî komînên jinan bibin û asta têkoşîna xwe ber bi azadiya jinan ve bilind bikin û xwe ji hişmendiya baviksalar û desthilatdariyê rizgar bikin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.