Rojnameya Ronahî

Rewşa çandiniyê li herêma Cizîrê û projeyên nû

Lêzan EVDIKÊ/Qamişlo

Aboriya  herêma Cizîrê bi giranî li ser çandiniyê ye. Ji bo ku çandiniya herêma Cizîrê û girêdayî vê aborîya gel lewaz bibe, devleta tirkiyî pêşîya ava Firat’ê girti ye. Lê li beranberî van pîlana, hevildan û pirojeyên desteya aborî û çandinî hene.

ASTENGIYÊN ÇANDINIYÊ

Têkildarê mijarê, Cîgerê Desteya Aborî û Çandinî Mehmûd Mihemed wiha agahî da: “Mesaheta herêma Cizîrê bi giştî 25 melyon donim e ji wan 13 melyon û 375 hezar donim yê çandiniyêne. Ev mesahet tev hatiye çandin. Ji wan jî melyonek donim  ya genim e, lê astengiyên çandiniyê hene. Bandora ava firatê pire, ji ber nêzî 3 melyon donim zeviyên me li ser ava Firatê ne. kêmasiya avê bandoreke mezin li wan kiriye. Heman demê kehrebe jî kêm bûye. Piraniya pirojeyên me bi kehrebê pêktên. Dema ku kerebe jî kêm dibe berhemên  zeviyên me jî dikeve. Mixabin ev pirsgirik ne demkî ye, pirsgirêkek dem dirêje û ta ev erdên şor vegerin çandiniyê kedeke mezin ji divê.”

PROJEYA DERMANKIRINA ZEVÎYAN

Mehmûd Mihemed li ser projeyên nû wiha axaftina xwe domand:”Di dema niha de desteya aborî û çandinî giraniya xwe daniye ser çandiniyê, lewra berhemê genim girêdayî ewlekariya xwarinê û girêdayî civakê ye. Niha em amadekarî ya kompersyona Sona, ya dermanê reqikê dikin. Çimkî weke tê zanîn reqik li Dêrik, Tirpespiyê, Çilaxa û erdên nêzî sînor derdikeve. Me derman hazir kirine, ta em teva derman bikin .Îsal emê hewl bidin ku zerar li ser genim tine be. Lewra qûrisa genim pir giringe, ji bo wê jî me dest bi proja xwe ya dermankirinê kir û rêza yekê ji bo nexweşiya sonî ya reqik ye. Herwiha rêveberiya me giraniya  xwe didin li ser kêmkirina şewata ku salane çê dibe, çimkî qûrisa genim hindike. Projeya me ya din ewe ku em hewdorê riyan, derman bikin û girêdayê wê em têkilê bi şaredariyê dikin ku belavkirina agirkujan ji bo kêmkirina şewatê zêdebikin.”

BIRYARÊN RÊVEBERIYA XWESER KU DIBIN ALÎKAR JI COTKARAN RE

Di dawiya axaftina xwe Mehmûd ev agahî dan:”Ji dervî wê beriya du rojan me civîneke rêveberiya sûtemenî rêvebir û me qûrisa mazotê li ser bîrên astarî yên kêmî 100 mitr ji 15 litr kir 20 û yên deryayî yên zêdeyî 100 mitir ji 25 litir me kir 35 litr. Herwiha mazota gerimkirinê sekinand û tev birin bi aliyê çandiniyê re. Girêdarî wê me rêziknameya çandiniyê dirêj kir heta 15 Nîsanê. Bi vî awayî, me derfet da cotkarên ku bixwazin erdên xwe av bidin. Li gor biryarên Rêveberiya Xweser ji, em dibin alîkar ji cotkaran re. Di riya navendên çandiniyê re ji mile zanstî ve, alîkariyên madî, rêxistinkirin û pêwîstiyên din em dibin destek ji wan re ta ku projeyên wan pêşdikevin. Herwiha em li ser gelek proja jî erê nakin. Mînak, guhertina sîfeta erd ji çandiyê bibe proje, em vê yekê qebûl nakin. Lê projeyên ku çandiniyê pêş dixe û gelek pirsgirêkan çareser dike, em erê dikin û dibin alîkar ji wan re. mînak projeyên malên bilastîk yên meywe û zebze em erê dikin, ji ber şuna ku ev pêvîstiye ji derve bên em bixwe wan pêvîstiya pêşewazî bikin.”