Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Festîvala Zîlan bi dawî bû

26/06/2018
in Uncategorized
A A
Festîvala Zîlan bi dawî bû
Share on FacebookShare on Twitter

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê 14’emîn Festîvala Jinan a Zîlan bi dawî bû. Di festîvala ku hezaran kes li hev kom bûn de Parlemetera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Gonca axivî û got: “Em ê sibe AKP’ê di sindoqan de bifetisînin.”
14’emîn Festîvala Jinan a Zîlan a ji bo bîranîna Avesta Xabûr û Barîn Kobanê bi dirûşma “Parastina Efînê Parastina Şoreşa Jinê ye’ hatibû lidarxistin bi dawî bû. Festîvala ku bi hezaran jin tevlî bû, di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandin ser hilbijartina 24’ê Hezîranê û hate gotin ku wê AKP’ê di sindoqan de bifetisînin.
EM Ê BIBIN LAYIQÎ
SARAYAN
Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan (KJK) a peyamek ji bo festîvalê şand, bal kişand ser berxwedana jinan û ev tişt hate gotin: “Desthilata faşîzma AKP-MHP’ê ji bo desthilata xwe mayîn de bike biryara hilbijartina pêşwext girt. Êrîşa li ser Efrînê, tecrîda li ser Rêber Apo, hewldana dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê û dijminahiya Kurd parçeyek ji vê planê ye ku dom dike ye. Ji bo vê li her derê li dijî vê faşîzmê têkoşîn kirin weke deynekê dibînin. Divê gelê me yên li Ewropa di zanbûna vê de bin û bi vê rêbazê têkoşîn bikin. Çawa ku gelê me di berxwedana Efrînê de tişta ku kete ser milan kir, ji niha û şûn ve jî tişta ku bikev ser mila wê bike. Bê şik û guman rola jinan a di vê mijarê de diyarker e û divê rola xwe bilîze. Divê laqîqî têkoşîna di pêşentiya Sara, Rojîbîn û Ronahiyan de hate kirin bin. Dema ku em bûn layîqî şehîdên xwe wê demê em serketine.”
RÊBERTIYA XWE
SILAV DIKIN
Parlemetera HDP’ê ya sêrtê Besîme Gonca jî jinên li dijî faşîzmê têkoşîn dikin silav kir û diyar kir ku gelê Kurd ev sed sal in li dijî faşîzmê li ber xwe didin û ev tişt got: “Di dîroka Kurdistanê de bi qehremaniyên ku li dijî faşîzmê têkoşîn kirine tije ye. Rêbertiya xwe yê ku pêşentî ji vê têkoşîna me re kirî ku ev 19 sal in di Girava Îmraliyê de tê ragirtin silav dikim.
Ji bo hilatina rojê ya sibe têkoşînê dikin. Em ê sîstema AKP’ê ya ku Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê talankir, hilweşînin û di sindoqan de bifetisînin. Bi milyonên ku biçin ser sindoqan wê qedera Tirkiyeyê bide guhertin. Divê her kes biçe ser sindoqan û vîna xwe ya rizgarbûna ji vê faşîzmê nîşan bide. Biçîn ser sindoqan û AKP’ê di sindoqan de bihêlin.”
Li ser navê komeleya mexdûran ê di demê rejîma Nazî ya Elmanyayê de zirarên mezin dîtine Monîka Sctrcte jî axivî. Sctrcte bal kişand ser pêkanînên rejîma Nazî ya li ser gelan û got: “Îro kiryarên dijibe wê li Tirkiyeyê ji aliyê Erdogan ve tê kirin.”
Her wiha di festîvalê de li ser navê Kongreya Star jî peyamek hate şandin. Di peyamê de hate gotin ku wê têkoşîna Zîlanan di roja me ya îro de li Rojava dewam dike.
Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde, hunermed Jala, Sena Dersim, koma muzîkê Silbîs û Tarî, Îpek Recber stran gotin û ciwana govend gerandin. Dîsa koma Govendê ya TEV ÇAND’ê jî govendên gelerî pêşkêş kir.
Festîval bi gerandina govend û dirûşman ve bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.