Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kurd bi komkujiyan tune nabin

26/06/2018
in Uncategorized
A A
Kurd bi komkujiyan tune nabin
Share on FacebookShare on Twitter

Di 25’ê Hezîrana 2015’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kiribûn û komkujî pêk anîbûn. Şahida komkujiya Kobanê Zergê Şêx têkildarî komkujiyê got: “bi komkujiyan wê nikaribin Kurdan tune bikin.”
Di 25’ê Hezîrana 2015’an de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kiribûn û komkujî pêk anîbûn. Şahida komkujiya Kobanê Zergê Şêx Mehmûd ku xarziya wê Jiyan di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû, axivî û wiha got: “Em ê tu carî kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji bîr nekin û axa xwe ya ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan biparêzin.”
Zergê got: “Dema ku dengê çekan hat em derketin derve, me dît ku DAÎŞ guleyan bi ser gel de dibarîne. Xarziya min jî birîndar bûbû. Lê Jiyan çeka bavê xwe girt û li dijî çeteyan şer kir. Wê bi wêrektiyek mezin bersiv da çeteyan û jiyana xwe ji dest da.”
Zergê da zanîn ku ew jî di komkujiya Kobanê de birîndar bûbû û wiha dewam kir: “Ez jî bi awayekî giran birîndar bûbûm. Biraziyên min hatin min ji Kobanê derxistin û birin nexweşxaneya Bakurê Kurdistanê. Ji bo komkujyên bi vî rengî careke din dubare nebe divê em hêza xwe bikin yek û li dijî dagirkeran xwe biparêzin. Hêza me û têkoşîna me dê ji êrîşan re bibe bersiva herî xurt.”Zergê Şêx Mehmûd diyar kir ku ew bi dilekî germ kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Neyarên me dibêjin qey gelê Kurd dê bi kuştinê biqedin û li çar parçeyên Kurdistanê êrîşî me dikin. Lê em Kurd qet naqedin emê her hebin û liberxwe bidin.”…
JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.