Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk (KPC-D) li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dewreyeke perwerdehiyê ji 25 mamosteyan re da destpêkirin.
Di çarçoveya amadekariya vekirina dibistanan li gorî rêgezên netewa demokratîk, Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk (KPC-D) li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dewreyeke perwerdehiyê ji 25 mamosteyên zimanê kurdî re da destpêkirin.
Di vê dewreyê de mamoste wê li ser waneyên fikrî yên girêdayî girîngiya perwerdehî û rêxistinê, civaka xwezayî, rêbaz û şêwazên danûstandinê, çand û exlaq, şerê taybet, dîroka jinan, jinelojî, dîroka Sûriyê û şoreşa Rojava werin perwerdê bibînin.
Endama Rêveberiya KPC-D Solcan Ebdo diyar kir ku armanca wan ji vê dewreyê ew e ku mamosteyan di aliyê fikrî de amade bikin da ku karibin perwerdehiyên xwe li gorî netewa demokratîk bidin û civaka xwe bêtir pêş bixînin…ANHA






