Rojnameya Ronahî

Abdullah Ocalan: Ev hevdîtin gelekî xeter e û nayê qebûlkirin

Serbest Ehmed/ Qamişlo

Birayê rêber Apo Mihemed Ocelan, derbarê hevdîtina xwe ya telefonê ya li gel rêber Apo, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Mehmet Ocalan diyar kir ku dema telefonê lê da, wî bersiv da û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekser jê re gotiye, “Tu çawa hat vê derê? Kê te anî? Çawa çêbû? Tu ji ku digerî?”

Mehmet Ocalan herwiha ev agahî da: “Em Nêzî 4-5 deqeyan axivîn, piştre telefon hate birîn, piştî telefon qut bû jî rayedaran ji min xwestin ku li bendê bimîne. Lê ruximî li bendebûnê, ti encam neket destê me de.”.

RÊBER APO: DIVÊ HEVDÎTINEK DI ÇARÇOVEYA HIQÛQÎ WERE PÊK ANÎN

Mehmet Ocalan axafitina xwe dewam kir û got; “Rêber Apo axaftina xwe bi vî awayî ji min re got `Hem tu hem jî dewlet şaş dikin. Ev saleke bi ti awayî hevdîtin nehatine kirin. Hatina te şaş e û gelekî metirsîdar e. Eger hevdîtinek pêk were divê di çarçoveya hiqûqî de be. Nabe ku piştî salekê li gorî dilê xwe bi telefonê hevdîtinê bidin kirin`. Serok dûbare dûbare got, `Ev tişta hûn dikin gelekî şaş e. Dewlet jî bi rengekî şaş tevdigere, Ez dixwazim ku parêzerên min bên vê derê û hevdîtinê bi min re bikin. Ev tiştekî hiqûqî ye. 22 sal in ez li vir im. Ev pirsgirêk, wê dema bê çawa be? Ev pirsgirêk tenê bi hiqûqê dikare çareser bibe. Çima nayên vir? Eger hevdîtinek wê bibe divê bi parêzeran re bibe. Ji ber ku ev rewş hem siyasî ye hem jî hiqûqî ye.`”