Rojnameya Ronahî

Dîsa faşizma dewleta Tirkî nûnerê kurdan dike armanc

Serbest Ehmed/Qamişlo

Bi serkêşiya AKPê-MHPê kiryarên rejima tirkî yên nijadperestî, li dijî gelên Rojhilata Navî dijwartir dibin. Piştî şkestina êriş û projeyên wê li ser destê gerîlayên Kurdistanê li Garê, ji bo tinekirina rol û hebûna gelê kurd êrişên xwe zêde kirin.

Ji sala 1990î heya îro, rejima faşist ya tirkî bi heman armancê li dijî partiyên Kurd (Partiya Sosyal Demokratîk Ya Gel (SHP), Partiya Gel Demokratîk (DEHAPê) û Partiya Civaka Demokratîk (DTP)) biryar derxistine; gelek endamên wan destgîr kirin û partî girtin. Ji ber ku hişmendiya wê nijedperestiye, li dijî partiyên kurd heman êriş û biryaran didomîne.

VÊ CARÊ jî HDPÊ BÛ HEDEFA WAN

Ji bo dijîkirina mafê gelê kurd û nûnerên wê, dawakarê dadgeha komarî ya bilind, li dijî HDPê, biryarê girtina wê radestî dadgehê kir. Berê niha jî parlamenterê HDPê Umer Gergerliglu ji aliyê dadgeha tirkî ve cezayê zindanê lê hat birîn. Ev yek jî deng li tevayiya cîhanê veda.

HDPÊ TÊKOŞÎNA XWE DIDOMÎNE Û XURTTIR DIKE

Piştî biryarê, Endamên Desteya Rêveberiya HDPê civînek li parlamanê lidar xistin û Derbarê giliyê dawekarê, hevserokatiya giştî ya HDPê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî wiha bû;”HDPê ne tenê partiyeke, HDPê fikir û ramaneke. Bi melyona kes bi vê fikirê re dijîn. Van kiryarên AKPê û MHPê teqez dikin ku demokratîk li tirkiyê tine ye. Ev êriş jî pirgirêkan kûrtir dikin. Em wek HDPê jî van kiryaran şermezar dikin û em hemberî wan ti car bêdeng namînin. Têkoşîna me, wê bi hêztir û berfirhtir bibe.”

ŞERÊ TEYBET TÊ MEŞANDIN

Parlamantarê HDPê Ferhad Encû, di semînarekê li bajarê Amedê de, derbarê kiryarên rejima AKP MHPê diyar kir ku, rejima wa bi rêya medya girêdayî xwe re, li dijî wa şerê teybet dimeşînin û dixwazin nîşan bikin ku gel, êdî dev ji pişgiriya HDPê berdaye û wan hêza xwe ya siyasî ji dest daye.

Encû dîsa bi lêv kir ku bi vê biryarê, rejima tirkî dixwaze bi derw û propaganda, vîna kurdan bişkîne û rastiyan veşêre, lê gel bêdeng namîne, bi pêşengtiya HDPê wê xebata xwe ya azadiyê bidomîne.

HELWESTÊN ŞERMOK JI HIN ALIYAN

Wezareta karê derve ya Emerîka, piştî biryara li dijî HDPê daxuyaniyek da û ev bertek nîşan kir “Eger dewleta tirkî vê biryara girtinê, li dijî HDPê pêk bîne, tê wata ya lewazbûna demokrasiyê li welatê Tirkiyî. Herwiha girtina perlemantarê HDPê Umer Gergerliglu, cihê dilgiraniyê ye. Em bang li Tirkiyî dikin ku rêz li mafê demokrasî û azadiya fikir bigire.”

Serokê Rêxistina Nato Jens Stoltenberg jî di civîneke de dibêje : “Em bi giranî reqne li dewleta Tirkiyî dikin ku kiriyarên wê ne demokirasî ne. Herwiha binpêkirina mafên mirovan ji aliyê wê em sermezar dikin.”

Welatên Ewropa jî çend caran bang li tirkiyê kiribû ku zindaniyên siyasî azad bike û rêz ji mafê azadiya ragihandinê bigire. Lê tirkiyê dev ji kiryar û siyaseta xwe heta niha bernedaye.

HDPÊ JI ÊRIŞAN MEZIN DIBE

HDPê di hilbijartinên 2019yan de, zêdetir ji 4 meliyon deng bidest xist. bi van dengan mafê rêveberina û serokatiya 65 bajar, navçe û şaredarî misugerî xwe kir. Lê li dijî HDPê, endam û hevserkokên şaredariyên wê hêz û destgîrkirin bi kar tê.

48 şaredarî yên ku HDPê serokatiya wan dikir, ji aliye rejima tirkî ya faşist ve bi hêz hatin dagîrkirin. 72 hevserok şaredariyên hatin destgîrkirin. Berî niha Her du hevserokên giştî yên HDPê û 37 hevserok hatibûn revandin û cezayê 7 sala li wan hatin birîn, ku 19 ji wan jin in. her wiha bi hezaran endam u alîgerên HDPê di zindanên dewleta faşist de ne. niha tene 17 şaredarî di dest HDPê de mane. Ev kiryarên ku dijî HDPê tên kirin, li dijî partiyek din li dinyayê hatiba kirin, wê ji mêj ve tine bûba.