Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Efrîn wê rizgar bibe û dagirkerî têk biçe

26/06/2018
in Uncategorized
A A
Efrîn wê rizgar bibe û dagirkerî têk biçe
Share on FacebookShare on Twitter

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi wesîleya salvegera sêyemîn a komkujiya Kobanê daxuyaniyek weşand. TEV-DEM’ê di daxuyaniyê de wiha got, “Em soz didin gelê xwe ku wê Efrîn were rizgarkirin û wê gelê me bi awayekî bi rûmet vegera ser axa xwe. Berxwedana me bi hemû rêbazan didome. Wê serkeftin bibe ya me û dagirkerî têk biçe.”

Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di salvegera sêyemîn a komkujiya Kobanê de soz da ku dê Efrîn were rizgarkirin û şêniyên Efrînê wê vegerin ser xaka xwe.
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi boneya salvegera komkujiya Kobanê daxuyaniyek da û diyar ku ew ê tekoşîna xwe ya ji bo têkbirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi hemû hêza xwe bidomînin.
Daxuyaniya TEV-DEM wihaye:
Salvegera sêyemîn a komkujiya Kobanê ye ku di 25’ê Hezîrana sala 2015’an de li dijî gelê me yê kantona Kobanê pêk hat. Komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê ku bi awayekî vekirî ji aliyê rêjîma Tirkiyê ve têne tevgerkirin komkujiyek hovane li dijî sivîlên Kobanê pêk anîn. Di encamê de derdora 600 welatiyên sivîl şehîd û birîndar bûn. Piraniya qurbaniyan zarok, jin û kesên bi temen in.
Em vî sûcê ku li dijî mirovahiyê û gelê me yê kantona Kobanê pêk bat şermezar dikin. Rizgarkirina Kobanê û serkeftina wê ya dîrokî bû pêngaveke dîrokî ji tevgera gelê kurd re, her wiha bû derbeya ku li pişta teroristan ket. Di heman demê de bû nimûneya berxwedanê û nirxên jiyana hevbeş a ku tevî hemû plan û lîstokên hatin kirin, biser ket.
Bi dagirkirina Efrînê jî derket holê ku bi her awayî derfetê didin terorsîtan. Li Efrînê gelê Efrîn, şervanên YPG/YPJ’ê berxwedanek pê hempa nîşan dan. Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê hişt ku çeteyên DAIŞ’ê careke din nefes bigirin.Bi boneya salvegera komkujiya 25’ê Hezîranê em hemû şehîdên xwe bi bîr tîninl. Em careke din soz didin ku em ê ji pêkanîna armancên şehîdên xwe gavan paş de navêjin. Heta pêkanîna armancên wan û dawîkirina dagirkeriya Tirk ji herêmên me, her wiha têkbirina hemû hêzên çeteyan ku dijberiya mirovahiyê û hemû projeyên demokratîk dikin, em ê xeta wan bidomînin.Em careke din soz didin gelê xwe ku wê Efrîn were rizgarkirin û wê gelê me bi awayekî bi rûmet vegera ser axa xwe. Berxwedana me bi hemû rêbazan didome. Wê serkeftin bibe ya me û dagirkerî têk biçe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.